NAV-YEK’ê nobeta Azadî ji Ocalan re wergirt

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê nobeta azadiyê hatibû destpêkirin. Nobet 355 hefte ne, didome. Vê hefteyê endamên NAV-YEK’ê nobet dewr girtin.

Nobeta Azadî ji Ocalan re ya ku li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê didome, vê hefteyê endamên NAV-YEK’ê wergirtin.

Nobeta Azadiyê heft sal in didome û her hefte komek nobetê werdigirin. Li qada çalakiyê posterên Ocalan hene û li ser lingan gel tên agahdarkirin.

‘AZADIYA RÊBERTIYÊ AZADIYA GELÊ KURD E’

Li ser navê Meclîsa Êzidiyan Pêşîmam Hiznî diyar kir ku gelê Kurd ji qonaxeke krîtîk derbas dibe û bal kişand ser grevên birçîbûnê. Hiznî got ku “Civaka Êzidî di serî de divê gelê Kurd bi ruhê seferberiyê xwedî li pêvajoyê derkevin. Li gorî me azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya gelê Kurd. Ji bo ku li girtîgehan çalakiyên fedaî pêk neyên, divê gelê Kurd her dem di nav çalakiyan de bin.”

Pêşîmam Hiznî bang li Konseya Ewropayê û CPT’ê kir ku bila bersivê bidin daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê.