Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YÊK) ku kevneşopiya wê digihêje heta sala 1993'an, 3'ê Cotmehê li bajarê Bremen ê Elmanyayê kongreya xwe ya 3'emîn li dar xist.
Tevî tevdîrên şewba vîrusa koronayê, ji seranserê Elmanyayê ji mal, komel û şaxên NAV-YÊK'ê, bi dehan delege tevlî kongreyê bûn.
Heman demê, di serî de hevserokên KNK û KCDK-E'yê, nûnerên gelek sazî û rêxistinên Kurd û Elman jî, wek mêvan di kongreyê de amade bûn.
Kongre bi dirûşmeya 'dem dema veger, avakirin û xweseriya Şengalê ye' hate lidarxistin.
Di vekirina kongreyê de, hevserokên dema derbasbûyî Çîçek Yildiz û Yilmaz Gunay, ji bo qedemguhestina Rêberê olî yê civaka Êzidî Bavê Şêx, xemgîniya xwe anîn ziman û li ser navê kongreyê, sersaxî ji malbata Bavê Şêx, meclîsa rûhanî û civaka Êzidî re xwestin.
Piştî pêkanînan rê û resmên olî, bi hilbijartina dîwanê, kongreyê, bi peyamên mêvanan, ên li ser navê sazî û rêxistinan dewam kir.
Di peyam û axaftinan de, di serî de, ji ber qedemguhestina Bavê Şêx, sersaxî ji bo civaka Êzidî hate xwestin û piştgiriya ji bo veger, avakirin û xweseriya Şengalê hate diyarkirin.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta jî, peyamek bi dîmen ji bo delegeyên kongreyê da.
Sozdar Avesta bal kişand ser dema pêkanîna kongreyê, ku ji bo azadî û statuya Êzidxan û Kurdistanê, berxwedan û têkoşînek dîrokî tê dayîn.
Sozdar Avesta xwest, ku berê hemû sazî û dezgeh û civaka Êzidî, bi taybetî ya li derveyî welat li Şengalê be, ji bo parastin, avakirin û qebûlkirina statuya wê ya xweser, karê xwe zêde bikin.
Sozdar Avesta di vê çarçovê de, bang kir, ku xwedî li kampanyaya meclîsa şengalê ya derveyî welat a ji bo avakirina Şengalê derkevin.
Piştî peyam û axaftinan, kongreyê bi xwendina rapora karê du salan û nirxandinên li ser raporê dewam kir.
Di rapor û nirxandinan de êriş û lîstikên li ser civaka Êzidî bi giştî, bi taybetî ya li ser Şengalê hatin bibîrxistin û hate gotin, ku pêwîstiya Êzidiyan, ji her demê bêhtir, bi tifaq û rêxistinbûnê heye.
Delegeyên kongreyê diyar kirin, ku bi rêya vê tifaqê, ew ê karibin armanca xwe ya sereke, yanî avakirina Şengal û Êzidxana xweser a demokratîk û azad pêk bînin.
Di kongreyê de her wiha, li ser karê du salan rexne, rexnedayîn hatin kirin û ji bo dema pêş, pêşniyar hatin kirin.
Kongreyê, bi erêkirina biryar û pilansaziya karê dema pêş û hilbijartina hevserok û rêveberiya demû nû, bi dawî bû. Di encamê de Çîçek Yildiz û Hecî Çelîk weke hevserokên nû yên NAV-YÊK'ê hatin hilbijartin.