NAV-DEM û YJK-E derdikevin kolanan
NAV-DEM û YJK-E got, "Em bi pêşengiya HDK-E bi meş û mîtîngan derdikevin kolanan û dirûşmên azadiyê em ê bi dengekî bilind biqîrin."
NAV-DEM û YJK-E got, "Em bi pêşengiya HDK-E bi meş û mîtîngan derdikevin kolanan û dirûşmên azadiyê em ê bi dengekî bilind biqîrin."
NAV-DEM û YJK-E 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wekîl, hevşaredar, rewşenbîr û akademîsyenan wê li kolanan bin.
Di daxuyaniya NAV-DEM û YJK-E’yê hate gotin, "10’ê Kanûnê rojeke wiha ye ku ji bo dinyayeke wiha ku dadmendî û aştî lê heye, mafê mirovan ji bo her kesî weke hev tên asîn, li dijî zordariyê ku ûcdanê mirovahiyê radikin serhildanê û xwe ji tirs û hejariyê xilas kirî û gihaştî azadiya gotin û baweriyê hatiye ragihandin."
Di daxuyaniyê de hate gotin Peymana 10’ê Kanûnê ji hêla gelek dewletan ve hatiye binpêkirin û bi berdewamî hat gotin, "Azadiya gelên hejar, azadiya nasname û baweriyên cihê û heqê jiyan û hebûnê hatine binpêkirin. Çavê xwe ji komkujî û şer re girtin. Ji ber çavbirçîbûnê û mêtingeriyê gel avêtin hembêza birçîbûn û hejariyê. Gelek xalên di peymanê de ji hêla hêzên milîtarîst ve bi awayekî bê ûcdanî û komkujiyê hatine binpêkirin."
'AKP-ERDOGAN HÊ JÎ PLANSAZIYA KOMKUJIYAN DIKIN'
Di daxuyaniyê de hate gotin wek hemû gelê mezlûm heqê gelê Kurd jî tine tê hesibandin û wiha hate gotin:
"Çawa ku maf û hiqûqê mirovan tê binpêkirin, di serî de dewleta Tirk, dewletên mêtinger, bi polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û jenosîdê dixwazin ku Kurdan tine bikin.
Dewleta Tirk a ku Peymana Gerdûnî ya Mafê Mirovan îmze kirî, her cure heq û hiqûqa navnetewî û netewî û demokrasî hate binpêkirin û li ber çavê hemû dinyayê, li Cizîrê, Sû, Nisêbînê Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de komkujî pêk anîn û dinyayê jî tenê bû temaşevanê van komkujiyên AKP’ê. Dema ku ev qas kirinên dij mirovî dihatin kirin û li jêrzemînan mirovahî bi saxî dihate şewitanin, bêdeng man û pejirandin. Dîsa dewleta AKP çeteyên DAIŞ’ê destek kir û ew xurt kirin, dinyayê çavê xwe ji vê re girtin. Hêzên navdewletî ku piştgirî nedane tevgera azadiya Kurd YPG/YPJ ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikriin lê bi bêdengmayina polîtîkayên faşîst ên AKP’ê, bi bêdengmayina dagirkirina Rojava, rê li ber dîktatoriya RTE vekirin.
Rêber Apo ku vîna bi milyonan e, bi salan e ku bi awayekî ne hiqûqî dîl tê girtin. Vîna gelê Kurd dîl tê girtin û hewl tê dayin ku were bêdengkirin. Wekîl, hevşaredar, siyasetmedar bi awayekî ne hiqûqî têne girtin, zextê li ser rewşenbîr, akademîsyen û hemû muxalîfan dikin. Zext û tundî zêde dibe. Hikûmeta AKP’ê û RTE li Kurdistanê amadekeriyên komkujiyên mezin dikin.
BANG JI BO ÇALAKIYAN
Em weke NAV-Dem û YJK-E li dijî van hemû binpêkirina mafê mirovan bi wesîleya 10’ê Kanûnê, Danezana Mafê Mirovan a Gerdûnî, di serî de endamên me, gel, xwediyê baweriyan, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, aştîxwaz û mirovahîxwazan dikin ku li dijî dewleta Tirk a faşîst bi pêşengiya HDK-E tevlî meş û mitîngan bidin û li kuçe û kolanan dirûşmên azadiyê berz bikin. Em bang li wan dewletan dikin ku îmzeya xwe avêtine bin danezanê, girêdayî peymanê bin."
BERNAMEYA ÇALAKIYÊ
Di daxuyaniyê de ji bo bernameya çalakiyê ev agahî hate dayin:
1- ULM: 09.12.2016 În
Saet: 18.00
Cih : li Marktplatz Ulmê mîtîng
2- MUNSTER: 09.12.2016 În
Saet:15.00
Cih: li pêşberî HBF (Hotel Conti) meş û mîtîng
3- HAGEN: 09.12.2016 În
Saet:17.00
Cih: li pêşberî HBF meş û mîtîng
4- BERLÎN: 10.12. 2016 Şemî
Saet: 14.00
Cih: Platz des 18.März U-Bahn Brandenburgertor, meş û mîtîng
5- KOLN: 10.12.2016 Şemî
Saet: 14.00 - 16.00
Cih: Li Bleslauer Platzê meş û mîtîng
6- DUSSELDORF: 10.12.2016 Şemî
Saet: 14.00
Cih: Martin- Luther – Platz, meş û mîtîng
7- MANNHEIM: 10.12.2016 Şemî
Saet: 14.00
Cih: li Hauptbahnhof mîtîng
8- NURNBERG: 10.12.2016 Şemî
Saet: 13.00 - 15.00
Cih: Li Kuçeye Mafê Mirovan (Kartäusergasse 1, ) 90402 Nurnberg-mîtîng.
11-12.2016 Şemiyê li Nurnberg NCDK’ê panelek bi mijara mafê mirovan
9- WIESBADEN: 10.12.2016 Şemî
Saet: 14.00
Cih: Wiesbaden HBF, meş û mîtîng
10- WETZLER: 10.12.2016 Şemî
Saet : 13.00
Cih: Bachweide Parkplatz, meş û mîtîng
11- HANNOVER: 10.12.2016 Şemî
Saet: 14.00
Cih: Steintor Platz, meş û mîtîng.
12- STUTTGART: 10.12.2016 Şemî
Saet: 13.00
Cih: Li pêşberî Hbf Lautenschlagerstr meş û mîtîng
13- HAMBURG: 10.12.2016 Şemî
Saet: 13.00
Cih: Li Am Brill meş û mîtîng
14- DORTMUND: 10.12.2016 Şemî
Saet:15.00
Cih: Paş HBF (pêş Cinema ) Meş û mîtîng.
15- BIELEFELD: 11.10.2016 Yekşem
Saet:13.00
Cih: Li pêş HBF meş û mîtîng.