NAV-DEM: Têkoşîna jinê gavek da xwe, bû pêşeng

NAV-DEM’ê derbarê 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û got, ‘’Têkoşîna azadiya jinê xwedî kûrbûna herî xurt a îdeolojîk û teorîk e. Ocalan ev kir.’’

NAV-DEM’ê ji bo 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser jinê daxuyaniyek da.

NAV-DEM’ê di daxuyaniyê de got, ‘’Hişmendiya nêr li Rojhilata Navîn ji bo pêşî li çanda jinê ya ku li ser raçînka xwe şîn hatiye bigire DAIŞ ava kir. Têkoşîna jinan ku bi dehan salan didin gavek daye xwe, ev berxwedan kiriye ku bibin pêşengê jinên dinyayê.’’

‘RÊBERTIYA GELÊ KURD AVA KIR..’

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin têkoşîna gerîla ya jinên Kurd ên salên 2014-2015’an bandor li dinyayê kiriye lê ya ku îro têkoşîna azadiya jinê li dinyayê kiriye pêşeng hêlên paradîgmayî yên xeta azadiya jinê, felsefîk û îdeolojîk in, ‘’Têkoşîna azadiya jinê îro xwedî wê kûrahiya îdeolojîk û teorîk a herî xurt e. Ev ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye afirandin. Dîrok wê vê Rêbertiyê weke pêşengê azadiya jinê ya îdeolojîk û teorîk qebûl bike.’’

Bi berdewamî hate goitn rêxistinî û pratîkbûna têkoşîna azadiyê ya jina Kurd jî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çi astengiyên li pêşiya jina Kurd ji hêla Ocalan ve hatine rakirin û berê jinan daye jiyana azad û demokratîk.

NAV-DEM’ê bi domdarî diyar kir bêyî ku cihêtiya etnîk, cografî, dînî were kirin her kes xwîşkên li Donîmîkê hatin qetilkirin, Sara, Fîdan, Leyla ên ku li Parîsê hatin qetilkirin ji xwe dihesîbînin û êşa hemû jinan par ve dikin.

‘BI BERXWDAN Û RÊXISTINIYÊ YE..’

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji bo ku ji têkoşîna jinan tirsiyane DAIŞ hatiye avakirin û wiha hate gotin: ‘’Êdî hemû dinya Kurdan, berxwedana Kurdan a li Rojava, wêrekî û têkoşîna jinên Kurd diaxive. Sedema vê berxwedan û rêxistinî ye.’’

BANG

NAV-DEM’ê herî dawî bang kir ku hemû jin bi rengekî xurt tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê, Roja Hevgirtina Jinan û Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê bibe.