NAV-DEM: Li hemû mirovahiyê pîroz be

NAV-DEM, rizgarkirina Reqayê pîroz kir.

Hevserokatiya NAV-DEM’ê, têkildarî rizgarkirina bajarê Reqayê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Şervanên qehreman ên gelê Kurd YPG, YPJ û QSD’ê dîrokên destanî nivîsandin, bi têkoşîneke bê hempa Reqa ji destê çeteyan rizgarkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Ev roja azadiyê di ser de li Federasyona Bakurê Sûriye û hemû gel û mirovahiyê pîroz be. Ev roja kêfxweş di ser de li şervanên azadiyê yên qehreman, yên ku dîrok nivîsandin, civaka me zana û rewşenbîr kirin, ji nû ve ava kirin, ji tarîtî û mirinê rizgar kir û bi çanda têkoşînê perwerde û em anî roja îro li Rêerê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin!”

Di ser de li şehîdên me yên ku ji bo azadiya gel û welatê me bi qehremanî canê xwe feda kirin û vê roja mezin ji bo me anî, gaziyên xwe bi rêzdarî silav dikin; bang li hemû gelên xwe dost, hemû demokratên li gel mirovahiyê dakevin qadan vê serkeftina azadiyê pîroz bikin. Roj roja mezinkirina xeyalê azadiyê ye.”