NAV-DEM: Li dijî qetlîamkeran em dengê xwe bidin HDP'ê

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) bang li her kesî kir, ku dengê xwe bidin HDP'ê.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) bang li her kesî kir, ku dengê xwe bidin HDP'ê.

NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist ku piştî hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û AKP'ê li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê şer dane destpêkirin û dixwazin bi rêya şer, di hibijartinên 1'ê Mijdarê de bi ser bikevin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser komkujiya li Enqereyê ku zêdeyî sed kesan jiyana xwe ji dest dan û hat destnîşan ku ev komkujî ji bo li bin bendê hiştina HDP'ê, ji aliyê Erdogan û AKP'ê ve hatiye organîzekirin.

'JI BO ŞEHÎDÊN AŞTIYÊ, EM KARÊ XWE DERXÎNIN ASTA HERÎ BILIND'

NAV-DEM'ê ji derdorên welatparêz, şoreşger û demokrat xwest, ku bi biryardarî bêjin "Dîsa dîsa HDP" û bersivê bidin qetlîamkeran.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Girîng e hemû parêzvanên aştî û demokrasiyê, pêkhateyên HDP'ê û komîsyonên me yên hilbijartinê, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê bi ruhê seferberiyê bimeşînin. Bi dilsoziya bi şehîdên aştî û demokrasiyê re, ji bo em daxwazên wan di asta herî bilind de biparêzin, divê em vê zîhniyeta faşîst di sindoqên hilbijartinê de bifetisînin. Banga me li pêkhate û hilbijêrên HDP'ê ev e; li pêşberî vê komkujiyê, ji ber hêrs û moraltiyê em xebatên xwe sist nekin; berevajî em hêrsa xwe mezin bikin, veguherînin rêxistinbûyînê û di sindoqê de nîşan bidin. Ji bo bîranîna şehîdên aştî û demokrasiyê yên li Enqereyê, pêwîste em xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê derxînin asta herî bilind û bersivê bidin van kujeran. Heta 25'ê Cotmehê roja dawî ya dengdayînê, em xebatên xwe derxînin asta herî bilind û hilbijêrên Tirkiyeyî yên beriya niha dengê xwe dane partiyên sîstemê, îqna bikin ku dengê xwe bidin HDP'ê."