NAV-DEM: Li dijî komkujiyan divê em bi xurtî rabin ser piyan

NAV-DEM'ê li dijî nokerên  ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên li ser Kurdan xwe kerr dikin, ji bo li dijî hêzên navnetewî helwest were nîşandan û pêşî li komkujiyên nû were girtin banga tevlêbûna li çalakyan  kir.

NAV-DEM'ê bi navê ''Ji Meraşê ta Roboskê, ji Şengalê ta Mexmûrê em ê komkujiyan nedin jibîrkirin'' daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin bi destê dewletê Kurd-Elewî hatin kuştin û niha jî ev hişmendî didome.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Li Teroyan em kampên DAÎŞ'ê dibînin. Li van kampan yek Kurd jî tine''. Bi berdewamî hate diyarkirin, ''Em bawer dikin ku gelê me yê Elewî jî wê bi bigihije xwerêberiya bi bawerî û çanda xwe''.

'HEVALBENDÊ ELEWÎ Û GELAN KURD IN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Di 60 salî de dema ku dîtin li gel hemû hewldanên wan ber bi 1978'an jî Kurdên Elewî nekarîn bikin Tirk, piştî Komkujiya Meraşê, bi tehcîrê hewl dan ku vê bikin. Ji ber ku piştî Tevgera Azadiya Kurd derkete ser qada dîrokê, di serî de Meraş, li rojavayê Firatê jî piştî ku xwe nîşan da, dewleta Tirk a qirkera çandê berê xwe da komkujiyeke wiha.''

'DIVÊ EM HEMÛ RABIN SER PIYAN'

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin hevalbendê Kurdên Elewî, Tirkên Elewî û hemû gelên Tirkiyeyî Kurd in ku li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Kerboran, Silopya, Gewer, Efrîn, Kobanê û Şengalê û li deverên dî bi qehremanî li ber xwe didin û bang kir ku Kurd, Tirk, Elewî bi hev re rabin ser piyan.
NAV-DEM'ê got, ''Em bag li gelê xwe dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bibin yek, bihistyar bin û bi rihê seferber xwe tevlî nav çalakiyên demokratîk bikin.''

Bi berdewamî êrîşa li ser Mexmûr û Şengalê hate bibîrxistin û hate gotin, bi van êrîşan dagirkerî, îmha û jenosîd dane ber xwe. 

TALOKEYEKE MEZIN HEYE

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin,  ''PDK, ku dema çeteyên DAÎŞ'ê êrîş bi ser Şengalê de birî gelê Şengalê tenê hiştin, niha jî dema ku xwediyê çeteyan dewleta Tirk a dagirker êrîşê tîne PDK gelê Şengalê tenê dihêle. Dîsa îxanetê dike. Di serî de Başûrê Kurditanê li ser Rojava, Şengalê û hemû welatê me û gelê me talokeyeke mezin heye.

Li dijî hêzên noker ku li bara êrîşên dewleta Tirk ên her roj ên bi ser gelê me de komkujiyê dike, li dijî saziyên navnetewî, dewlet û hêzan ji bo ku em helwesta xwe nîşan bidin û pêşî li fermanan bigirin em bang dikin ku bi xurtî em tevlî nav çalakiyan bibin.''