NAV-DEM: Gelê me di Newroza îsal de vîna xwe nîşan da
NAV-DEM: Newroza îsal ragihandina vîna gelê me bû. Gelê me bi vê tevlîbûna xurt û bi coş re vîna xwe bi awayekî zelal ji hikûmeta AKP'ê û raya giştî ya cîhanê re ragihand.
NAV-DEM: Newroza îsal ragihandina vîna gelê me bû. Gelê me bi vê tevlîbûna xurt û bi coş re vîna xwe bi awayekî zelal ji hikûmeta AKP'ê û raya giştî ya cîhanê re ragihand.
NAV-DEM'ê, der barê pîrozbahiya Newrozê ya pêr li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê de daxuyaniyek ji bo spasiyê weşand û got, "Newroza îsal ragihandina vîna gelê me bû. Gelê me bi vê tevlîbûna xurt û bi coş re vîna xwe bi awayekî zelal ji hikûmeta AKP'ê û raya giştî ya cîhanê re ragihand."
Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) de hat ragihandin, Newroza ku di 18'ê Adara 2017'an de li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hat pîrozkirin, Newroza herî bi heybet a salên dawî bû.
NAV-DEM'ê diyar kir, zêdeyî 50 hezar kes tevlî pîrozbahiyê bûn û got, "Em spasiya hemû sazî, yekîtî û meclîsên di vê pîrozbahiyê de bi fedakarî ked dane, dostên me, Şaredarê Frankfûrtê ku malovanî kir, encûmenên şaredariyê, xebatkarên şaredariyê, Amîrî Emniyeta Frankfûrtê û xebatkarên wê, gelê me yê welatparêz ê bi xurtî tevlî bûne û her kesên xwedî ked in, dikin.
Tevî ku hikûmeta AKP'ê li bajarên Kurdistanê mirovan digire, bajaran dişewitîne-xera dike, derketina derve qedexe dike, komkujiyan û zextan dike jî, gelê Kurd û hemû gelên pê re cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz dikin. Yek ji cihên ku ev coş lê derket holê bajarê Frankfûrtê bû. Ji bajarên cuda yên Elmanyayê, zêdeyî 50 hezar Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê bi ruhê yekîtiya neteweyî tevlî pîrozbahiya li vê derê bûn. Tevî hemû amadekariyên komîteyên me yên herêmî jî, bi hezaran welatparêzên Kurdistanî ji ber ku cih di otobusan de nema û ji ber nebûna derfetan li erdê man, neçar man vegerin malên xwe. Ji ber ku di vî warî de me nekarî tedbîrên pêwîst bigirin, em lêgorînê li gelê xwe yê ku me nekarî wan bigihînin qada Newrozê, dixwazin.
Newroza îsal ji bo gelê me bû ragihandina vîna xwe. Gelê me bi tevlîbûneke xurt û bi coş vîna xwe bi rengekî vekirî ji hikûmeta AKP'ê û raya giştî ya cîhanê re ragihandiye. Di Newroza 2017'an de gelê me li Frankfûrtê bi awayekî eşkere gotiye, ez heme, ez li vir im. Tevî vê pîrozbahiya Newrozê ya girseyî, zêdeyî 50 hezar kesî di nava coşeke mezin de stranên azadiyê got û daxwazên xwe yên demokratîk, neteweyî û siyasî gotin. Gelê me di Newrozê de peyamên gelekî girîng daye. Beriya her tiştî nîşan daye ku vîn û hêzek e. Beriya her tiştî daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, statuya Kurdistanê, yekîtiya neteweyî û hesreta azadiyê bilêv kiriye. Li dijî mêtîngerî, qirkirin, înkar û dîktatoriya şexsekî gotiye NA. Li ser vê bingehê eşkere kiriye ku ew ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiyê re vekirî ye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di Newroza Frankfûrtê de hatiye dîtin, li dijî zextên li ser gelê Kurd bi deh hezaran kesî bi her awayî fedakarî kirine, hemû rîsk dane pêş çavên xwe û xwedî li nirxên xwe, li Newroza xwe derketine.
NAV-DEM'ê bang li hemû saziyên pêwendîdar, bi taybetî rayedarên dewleta Elmanyayê kir ku hurmetê nîşanî vê vîna Newrozê bidin û tevkariyê li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê me êdî naxwaze di bin zilm û serdestiyê de bijî; gelê me azadiyê dixwaze. Gelê Kurd, d, vê Newrozê de bi berxwedana xwe ya li Şengal, Rojava û bajarên din ên Kurdistanê re, bi hêza ji vê berxwedanê wergirtî re wê pêvajoya serhildanê bidomîne û heta pêkhatina azadiyê wê serî li ber mêtîngeriyê netewîne û berxwedana azadiyê dewam bike.
Em hêvîdar in ku Newroza 2017'an wê bibe wesîle ji aştî, biratî, wekhevî û azadiyê re. Em careke din spasiya gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên tevlî pîrozbahiya Newrozê bûne, spasiya hemû kesên di amadekirina pîrozbahiyê de keda xwe hene, dikin."