NAV-DEM: Em bi xurtî tevlî meşê bibin

NAV-DEM, xwest qedexeya li ser PKK’ê rabe. Ji bo vê bang kir ku her kes tevlî meş û mîtînga 1'ê Kanûnê ya li Berlînê bibe. 

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), derbarê meş û mîtînga 1'ê Kanûnê ya li paytexta Elmanya Berlînê pêk were daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Daxuyanî wiha ye:

"15'ê Kanûna 2018'an Dîwana Edaletê ya Ewropayê biryar da ku biryara li ser PKK’ê ku li welatên Ewropayê di nav 'rêxistinên terorîst' de ye bê betalkirin. 

PKK a ku ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîneke bêhempa dimeşîne, hemû çalakiyên wê di çaçoveya parastina rewa de ne. Divê hem Tirkiye û hem jî hêzên navneteweyî PKK'ê ku bi Tirkiyeyê re hevdîtinên aştiyê dan destpêkirin û têkoşîneke neteweyî dimeşîne, muxatab bigirin."

'DIVÊ KONSEYA EWROPAYÊ NIRXANDINEKE NÛ BIKE'

Di daxuyaniyê de hat gotin, çalakiyên PKK'ê nikare bi terorîzmê bên vegotin lewre divê Konseya Ewropayê nirxandineke nû bike. 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, "Piştî sala 2001’ê şûnde gelek tişt guherîn. Nexasim pêvajoya aştiyê, têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê hwd divê li ber çav bên girtin. PKK, bi rêgez û pîvanên navneteweyî ve girêdayî maye, derketiye derveyî rêzikên şer. Ev mijar tê zanîn. Tirkiye, di bin navê terorîzmê de îddîa dike ku bi bi PKK’ê re têkoşîn dimeşîne. Lê belê di rastiya xwe de li ser gelekî terorê dimeşîne û dibe sebeb ku ji her du milan jî sivîl bimirin."

'QEDEXEYA LI SER PKK’Ê JI BO ÇARESERIYA POLÎTÎK NE BAŞ E'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Qedexeya li dijî PKK’ê ku bi taybetî li Elmanyayê tê kirin, ji sala 1993’an heta niha bi berfirehî didome. Dozên li dijî gelek siyasetmedarên Kurd vebûyî, angaştên dozgerên Elmanyayê, zagonên heyî xeteke ku destkeftiyên Kurdan armanc dikin e. 

Bi salan e Elmanyaya ku parazvaniya Tirkiyeyê dike, qedexeya li dijî PKK’ê didomîne, li dijî gelê Kurd polîtîkaya kriminalizasyonê dimeşîne û dixwze vê polîtîkaya xwe belavî hemû Ewropayê jî bike. 

Qedexeya li dijî PKK’ê, ji bo çareseriyeke polîtîk gelek bi zerer e. Lewre divê qedexeya li dijî PKK’ê bê rakirin. 

Ji bo divê hemû avahî, meclîs, pekhate, gel û dostên me xwe ji bo fînala mezin a têkoşînê amade bike û bi awayekî xurt beşdarî meşê bibe.

'EM DI ASTA HERÎ JOR DE TEVLÎ MEŞA 1'Ê KANÛNÊ BIBIN'

Em dixwazin ku 1'ê Kanûnê derkevin kolanan û li dijî hevkariya Elmanyaya federal a bi Tirkiyeyê re peyameke xurt bidin.

Em bang li her kesî dikin, di asta herî jor de tevlî meş û mîtînga ku wê 1'ê Kanûna 2018'an, roja Şemiyê saet 12.00'î li Neptunbrunnen a qada Alexanderplatz a Berlînê destpê bike bibin."