NAV-DEM: Em bi xurtî tevlî festîvala Zîlan bibin

NAV-DEM'ê ji bo Festîvala Jinê ya Zîlan ku wê 23'ê Hezîranê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê pêk were, banga tevlîbûnê kir.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku 14. Festîvala Jinê ya Zîlan wê 23'ê Hezîranê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bê lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em di nava pêvajoyeke hilbijartinê de ne ku dikare bandorê li çarenûsa welatê me û azadiya gelê me bike. Di demeke wiha de girîng e em bi xurtî tevlî Festîvala Jinê ya Zîlan bibin."

NAV-DEM'ê diyar kir, Festîvala Jinê ya Zîlan beşek ji têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan e û destnîşan kir ku di serî de hevserok, rêveber û endamên jin ên NAV-DEM'ê wê girseya jinan tevlî festîvalê bibin.

NAV-DEM'ê bang li hemû mêr û hêzên demokratîk ên dijberê sîstema serdest in kir ku xwedî li Festîvala Jinê ya Zîlan derkevin û bi xurtî tevlî festîvalê bibin.