NAV-DEM'ê nerazîbûneke tund nîşanî CDU da

NAV-DEM'ê nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniya sosret a CDU da, ku berdevkê partiyê piştgirî da bû bomberdûmana dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê dike.

Li ser mijarê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand û gotinên Berdevkê Polîtîka Derve ya CDU Jurgen Hardt ku destek dida bomberdûmana Tirkiyeyê ya li Rojava, hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de hat ragihandin, êrîşên dewleta Tirk parçeyek ji kampanya şerê li dijî gelên Sûriyeyê ye û hat destnîşankirin, ku ev yek di heman demê de piştgiriyeke vekirî ye ji bo çeteyên DAIŞ'ê.

NAV-DEM'ê bibîr xist, hêzên QSD'ê ku YPG/YPJ jî parçeyek jê ne, herî dawî bajarê Minbicê rizgar kirin û bi deh hezaran mirov ji zilma DAIŞ'ê rizgar kirin û da zanîn, bomberdûmana dewleta Tirk tê wateya 'bombekirina dijberên DAIŞ'ê'.

NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku ew hêvîdar in daxuyaniya berdevkê CDU/CSU Hurgen Hardt ji ber kêmaniya agahiyên wî hatiye kirin û hişyarî da, ku eger ev daxuyanî ji ber 'kêmaniya agahiyan' nehatibe kirin, hingî tê wateya piştgiriya polîtîkayên dewleta Tirk ên destekkirina çeteyên DAIŞ'ê û tinekirina gelan.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, tevî her tiştî jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî DAIŞ'ê têdikoşin û civakên Xiristiyan, Êzidî û Misilman ji vê zilmê rizgar dikin.

NAV-DEM'ê diyar kir, daxuyaniya berdevkê CDU/CSU ku êrîşa dewleta Tirk a li dijî Rojava mafdar nîşan dida, di heman demê de bêhurmetiyeke mezin li peşberî şervanên jin û mêr ên bi salan e li dijî DAIŞ'ê û sûcên şer têdikoşin e.

Di dawiya daxuyaniya NAV-DEM'ê de bang li hikûmeta Elman hat kirin ku derhal piştgiriya ji bo dîktatoriya Erdogan biqedîne û destekê bide hewldanên demokrasiyê yên li Rojava û Rojhilata Navîn.

NAV-DEM'ê dest nîşan kir ku di rewşeke berevajî de wê CDU/CSU ku timî nirxên 'demokratîk û Xiristiyaniyê' bilêv dike, bibe hevparê sûcên şer ên dîktatoriya Erdogan.