NAV-DEM’ê li dijî qedexeyan doz vekir

NAV-DEM’ê ji ber meşên ku dixwest organîze bike lê Wezarata Karê Navxweyî destûr nedida, doz vekir. Rûniştina pêşîn a dozê ew ê îro li Dusseldorfê were dîtin.

Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Elmanyayê ya ku li Elmanyayê gelek sazî û komeleyên Kurdan di bin banê de wê de ne, ji zû ve ye dewleta Elmanyayê di warê krîmînalîzekirinê de ew kiriye hedef. NAV-DEM a ku saziyeke fermî ye, di salên 2017-2018’an de ji ber giştînameyên Wezareta Karên Navxweyî ji 16 eyaletên Elmanyayê re şandiye, nikare karên xwe bike.

Wezareta Karê Navxweyî bi îddîaya ku ‘NAV-DEM parçeyekî PKK’ê ye’ sala borî hemû meşên NAV-DEM’ê yên li ser dagirkirina Efrînê qedexe kiribû. Vê helwesta polîsan a kêfî sala borî di meha Sibatê de li Dusseldorfê derketibû holê ya ku dema rêveberiya Berlînê têkiliyên xwe yên bi Enqereyê kûrtir dikir.

NAV-DEM’ê li dijî van qedexekirinên meşan doz vekiribû. Rûniştina pêşîn a dozê ew ê îro li Dadgeha Îdarî ya Dusseldorfê were dîtin.

‘GIŞTÎNAME NE ZAGONÎ NE’

Hevserokê NAV-DEM’ê Tahir Koçer ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku polîs mafê bingehîn ê wekî civîn û azadiya îfadekirinê asteng dike. Koçer diyar kir ku ew di çarçoveya zagonan de karê xwe dikin û kongre û rêziknameya wan jî fermî ye.

Koçer diyar kir ku li gorî texmînên wan ew ê doz bi erênî bi encam bibe û got ku, “Em ê mafên ku zagon didin me, heta dawiyê bi kar bînin. Li gorî me ev giştîname ne zagonî ne û îddîayên yekîneyên polîsan û giştînameyên Wezareta Karê Navxweyî dûrî rastiyê ne.”

LI DIJÎ KURDAN 2 GIŞTÎNAME

Wezareta Karê Navxweyî di 2’ê Adara 2017’an de giştîname ji eyaletan re şandibû û yên PYD, YPG, YPJ’ê jî tê de xwestibû gelek ala, sembol, flamayên gelek sazî û partiyên Kurdan werin qedexekirin. Salek şûnde derket holê ku wezaretê di 29’ê Çileya 2018’an de giştînameyeke din şandiye.

Giştînameya 6 rûpel a ku wekî karmendên desthilatdariya AKP’ê ew nivîsiye, di naveroka wê de gotinên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hene û hatibû xwestin ku ‘Qedexekirina PKK’ê li hemû eyaletên Elmanyayê bila baş were pêkanîn.

Di giştînameyê de hatibû diyarkirin ku divê wêne, poster, dîmen û dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî were qedexekirin. Piştî giştînameyê li Elmanyayê li dijî Kurdan operasyonên dijhiqûqî hatibûn destpêkirin. Çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk beriya ku werin destpêkirin, ji aliyê hikumeta Elmanyayê ve hatibûn qedexekirin.