NAV-DEM'ê ji bo meşa navendî ya Dusseldorfê bang kir

NAV-DEM'ê ji bo meşa navendî ya Dusseldorfê bang kir

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) ji bo piştgiriyê bide berxwedana Kobanê û li dijî faşîzmê derkeve banga tevlîbûna li meşa navendî ya 11'ê Cotmehê li Dusseldorfê kir.

Çalakiya ku li ser banga herî kêm 34 organîzasyonan tê lidarxistin, tê payîn ku ji Elmanya, Hollanda û Belçîkayê beşdarî çêbibe. Der barê meşa bi dirûşma "Ji Şengalê heta Kobanê" de NAV-DEM'ê daxuyaniyek da û êrîşên çeteyan û piştevanên çeteyan şermezar kir. 

NAV-DEM'ê banga bilindkirina berxwedanê kir û got, "Çeteyên DAIŞ'ê bi taybetî bi desteka ji dewleta Tirk û hin derdorên din wergirtî û bi jinedîtî hatina hêzên navneteweyî re êrîşên xwe zêde dike. Gelê Kobanê ku piştî Şengalê hedef hat girtin, ev 22 roj in di bin gefa komkujiyê de têkoşîna jiyanê dimeşîne. Tevî hemû dorpêçî û bêderfetiyan jî gel û şervanên Kobanê, li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi lehengî li ber xwe didin.

Gelê Kobanê ne tenê li ser navê xwe li ser navê tevahiya cîhanê li hemebrî van çeteyan li ber xwe dide. Ev berxwedan, li ser navê jiyana azad û wekhev a hemû nasnameyên li Rojhilata Navîn tê meşandin. Ji bo dewamiya hebûna nasname û baweriyên di bin gef û zextê de ne, dewam dike. Ji ber vê yekê destekkirina berxwedana Kobanê di heman demê de destekkirina yekîtî û pêşeoja gelan e.

Berxwedana Kobanê, bi desteka vekirî ya dewleta Tirk û teknîka pêşketî tê xwestin bê şikandin. Her saeta derbas dibe ji bo berxwedana Kobanê gelekî girîng e. Kî dikare çi bike divê niha bike. Destekkirina vê berxwedana li ser navê me hemûyan tê kirin bêguman wezîfeya me hemûyan e. Bêyî ku sibê gelekî dereng bikeve, bêyî komkujiyên nû rû bidin û rewşeke ku pêşî lê neyê girtin derkeve holê, divê helwest bê nîşandan, berxwedan bê destekkirin û hewldan bê kirin. Pêwîste em li dijî faşîzma DAIŞ'ê têbikoş in, li ber xwe bidin.

Em weke hemû alîgirên jiyana azad û wekhev a hemû gel, nasname û baweriyan bi biryar in ku heta dawiyê piştevaniya xwe ya bi gelê Kobanê re dewam bikin. Û em bang dikin ku her kes piştgirî û tevkariyê li vê yekê bike.

Em weke saziyên li jêrê îmzeya xwe hene, bang li her kesên li Elmanya, Belçîka û Hollandayê dikin ku beşdarî meşa me ya bi şiyara "Ji Şengalê heta Kobanê" ya 11'ê Cotmeha 2014'an a li Dusseldorfê bibin, dikin.

Cihê çalakiyê: DGB- Friedrich- Ebert- Str. Düsseldorf
Dema kombûnê: 10.00
Dema destpêkirina meşê: 12.00

Amadekar:
NAV-DEM, PYD, TJKE, AABK, Konseya Ermenî ya Ewropayê, ESU, FKE, FEDA, KKP, ATIK, Cîhaneke lê bê jiyîn-Proleterya Şoreşger, AvEG-KON, ADHK, MDDP, NOR ZARTONK, FIK, YXK, Ciwanên Azad, Yekîtiya Koçgiriyên li Ewropayê, Cemaeta Ji nû ve avakirina Dêrsimiyan, Komeleya Dijberên Qirkirinê ya Dêrsimê, Însiyatîfa Dep'iyan li Ewropayê, Însiyatîfa Kurecikiyan li Ewropayê, Hewldana Mereşiyan li Ewropayê, Komeleya Kareriyan li Ewropayê, Navenda Çanda Mezopotamya, Navenda Çandê ya Asûr, IVK, DIDF, KGD, GEA, UNA-KURD, Partiya Pêşeroja Çep û Keskî, ASM