NAV-DEM'ê ji bo meşa li Berlînê banga tevlîbûnê kir

NAV-DEM'ê ji bo meşa 3'ê Adarê ya li paytexta Elmanya Berlînê banga tevlîbûnê kir.

NAV-DEM'ê li ser meş û mîtînga 3'ê Adarê ya li Berlînê ku ji bo piştgiriya bi Berxwedana Serdemê tê lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê me bi dirûşma 'Her der Efrîn e, her der berxwedan e' hemû bajarên Ewropayê veguherand qada çalakiyê" û hate bibîrxistin ku meş, mîtîng û çalakiyên din ên cihêreng di nava raya giştî ya Ewropayê de rê li ber bandoreke erênî vekirine.

NAV-DEM'ê diyar kir, ji bo piştgirî ji berxwedana Efrînê re were dayin û hikumeta Elman a ku desteka siyasî û çekan dide rejîma mêtinger bê şermezarkirin, wê 3'ê Adara 2018'an li paytexta Elmanya Berlînê meş û mîtîngeke navendî were lidarxistin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên Kurdan hate kirin ku cudahiya xwe ya siyasî bidin aliyekî û tevlî çalakiya 3'ê Adarê bibin. Ji gelê Kurd, hemû gelan, bawermend, şoreşger, demokrat û azadîxwazan hate xwestin ku ji bo geşkirkirina berxwedana Efrînê û serketina gelan, beşdarî çalakiya li Berlînê bibin.