NAV-DEM'ê ji bo çalakiyên li dijî şer banga tevlîbûnê kir

Di Elmanyayê di 25-28'ê Adarê dema Cejna Paskalya de, wê li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên li dijî polîtîkayên şer werin lidarxistin. NAV-DEM'ê ji bo van çalakiyan banga tevlîbûnê kir.

Di Elmanyayê di 25-28'ê Adarê dema Cejna Paskalya de, wê li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên li dijî polîtîkayên şer werin lidarxistin. NAV-DEM'ê ji bo van çalakiyan banga tevlîbûnê kir.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn, ku di çalakiyên îsal ên li Berlîn, Frankfûrt, Hannover, Bremen, Stûttgart, Kassel, Hambûrg û Rûhr'ê wê bal bê kişandin ser sedemên koçberkirina mirovan ber bi welatekî din re. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di mijara penaberbûyîna mirovan de berpirsyariya Elmanyayê jî mezin. Elmanya welatê ku herî zêde çekan difiroşe Ûman, Qatar, Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê ye, ku ev welatên navê wan hatin blêvkirin destekê didin DAIŞ'ê. Di mezinbûna şerê li Sûriyeyê de Tirkiye û Erebîstana Siûdî roleke mezin dilîzin. Çekên ji Elmanyayê tên firotin dibin sedem ku li herêmê şer dijwar bibe. Encamên vê yekê jî yekser li Ewropayê tê hîskirin. Lewma em ji Hikûmeta Federal dixwazin ku firotina çekan a ji bo van welatan bisekinîne."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ew di nava komîteyên amadekar ên Meşên Paskalya de cih digirin û li ser navê NAV-DEM'ê ê axaftin li van çalakiyan bên kirin.

NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku ew ê di van Meşên Paskalya de polîtîkayên komkujiyê yên faşîzma AKP'ê, hevpariya sûc a dewleta Elman bi AKP'ê re û polîtîkayê krîmînalîzekirina Kurdan, şermezar bikin û banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hat irin, ku bi reng û daxwazên xwe tevlî van meşên li bajarên jêrê hatine nivîsandin, bibin.

Plansaziya çalakî û xwepêşandanan bi vî rengî ye:

26'Ê ADARÊ - ŞEMÎ

Bremen
Saet: 11:00
Hauptbahnhof
 
Hannover
Saet: 11.30
Auf dem Steintorplatz
 
Dusseldorf
Saet:15:00
Dusseldorf Marktplatz

Dûîsbûrg
Saet: 10.30
Kuhstraße / Ecke Kuhlenwall
 
Berlîn
Saet:12.00
Der Weidendammer Brucke am Bahnhof Friedrichstraße
 
27'Ê ADARÊ - YEKŞEM
 
Essen
Saet: 9:30-10:40
Willy-Brandt-Platz
 
Gelsenkîrchen
Saet: 11:40-12:25
Stadtgarten
 
Wattenscheîd
Saet: 13:10-13:40
Friedenskirche / A.-Bebel- Platz
 
Herne
Saet: 14:30-15:00
Kreuzkîrche
 
28'Ê ADARÊ - DUŞEM
 
Bochum – Werne
Saet:11:00-11:30
Bruhmannhaus, Kreyenfeldstraße
 
Dortmûnd
Saet: 14:20-14:40
Dorstfeld, Wilhelmspl.(Abschlusskundgebung)
 
Hambûrg
Saet: 11.30, 
Jungestrasse 7, Kêleka Dêra Erlose
 
Frakfûrt
Saet: 10:30
Bockenheimer Warte
 
Stûttgart
Saet: 12.00
Leventor (Nordbahnoh)