NAV-DEM'ê ji bo çalakiya li Frankfûrê banga tevlîbûneke xurt kir
NAV-DEM'ê ji bo çalakiya 2'ê Nîsanê ya li Frankfûrtê banga tevlîbûneke xurt û girseyî kir.
NAV-DEM'ê ji bo çalakiya 2'ê Nîsanê ya li Frankfûrtê banga tevlîbûneke xurt û girseyî kir.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), ji bo çalakiya xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana xwerêveberiyê ya 2'ê Nîsanê li bajarê Elmanya Frankfûrtê, banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya NAV-DEM'ê de hat gotin, "Li Rojava bi berxwedana Kobanê, li Başûrê Kurdistanê bi azadkirina Şengalê û li Bakurê Kurdistanê jî bi ragihandina xwerêveberiyan re meşa me ya azadiyê nêzî fînalê bûye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku dijderketina li polîtîkayên şer ên AKP'ê, pîvana bingehîn a demokratbûyîn û xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê ye û hat gotin, "Berxwedana YPS û YPS Jinê, AKP tengav kiriye, xitimandiye. Ciwanên me bi ruhê berxwedanê yê Mazlûm û Kemalan re, siberoja jiyana gelê me destnîşan dikin."
NAV-DEM'ê di dawiya daxuyaniya xwe de ji bo çalakiya 2'ê Nîsanê ya pêşengiya Ciwanên Azad were lidarxistin banga tevlîbûnê hat kirin û hat gotin, "Ji bo meş û mîtînga xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd û xwerêveberiyan, divê hemû welatparêz û endamên me yên meclîsê bi ruhê serdemê bixebitin. Pêwîste hemû pêkhateyên me beşdar bibin. Em bang li şoreşger, demokrat, sosyalîst, alîgirên mafên mirovan û aştiyê dikin ku bi xurtî tevlî vê çalakiyê bibin."