NAV-DEM'ê ji bo çalakiya li Berlînê banga tevlîbûnê kir

NAV-DEM ji bo çalakiya 15'ê Adarê ya li paytexta Elmanya Berlînê ku wê 24 saetan bidome, banga beşdariyê kir.

Hevserokatiya NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî da û berxwedêrên pêngava grevên birçîbûnê silav kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku çalakiyên greva birçîbûnê li asta krîtîk in û hate ragihandin, ji bo berxwedan bi ser bikeve divê her beşên civakê hîn bi xurtî tevlî pêvajoyê bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Her ku berxwedan hate mezinkirin wê tecrîd bi dawî bibe, faşîzm hilweşe û serketin bibe ya têkoşeran."

Hevserokatiya NAV-DEM'ê diyar kir, meclîsên gel, hemû pêkhateyên 'Platforma jiyanê ya li dijî tecrîdê', heta ku çalakî bi ser bikevin divê bi ruhê seferberiyê tevbigerin û ev bang kir:

"Li dijî êrîşên AKP/MHP a faşîst, qirker, divê gelê Kurd bi yekdengî bi pêngava berxwedanê ya dîrokî bersivê bide. 15'ê Adara 2019'an roja Înê saet 10:00 wê li Brandenburgertor a Berlînê çalakiya nobedê bê lidarxistin û 24 saetan bidome. Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li herêmên Sachsen, Niedersachsen, Hamburg, Bremen, Kiel û gelemperiya Bakurê Elmanyayê dikin ku tevlî çalakiyê bibin."