NAV-DEM’ê bernameya çalakiyên ji bo Ocalan eşkere kir
NAV-DEM bernameya çalakiyên ji bo Ocalan eşkere kir û got, “Em ji bo çalakiyan banga tevlêbûneke xurt dikin.”
NAV-DEM bernameya çalakiyên ji bo Ocalan eşkere kir û got, “Em ji bo çalakiyan banga tevlêbûneke xurt dikin.”
NAV-DEM ji bo tendirustî, ewlehî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand û banga çalakiyan kir.
Daxuyanî wisa ye:
“Heta ku em agahiyên zelal ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin, em banga çalakiyan dikin.
Divê Rêbertiya me bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û raya giştî di vî warî de were agahdarkirin. Divê saziyên navneteweyî û Saziya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) bi lez mudaxeleyî vê rewşê bike.
Heta ku bi Rêbertiya me re hevdîtinek pêk were, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Her roj wê ev çalakî werin lidarxistin;
Pêşiya HBF’a Dortmûndê, saet 18.00
Pêşiya HBF’a Essenê, saet 19.00
Pêşiya HBF’a Dûîsbûrgê, saet 19.00
Pêşiya HBF’a Bîelefeld, saet: 18.00
Pêşiya HBF’a Munsterê, saet: 18.00
Li Hannoverê wê di 16.10.2017 saet di 15.00’an de ber bi Sefaretxaneya Tirkiyeyê meşek were lidarxistin.
Li Hîldesheîmê di 16.10.2017’an saet di 17.00’an de wê meşek were lidarxistin.
Li Stûttgartê wê ji sibe û pê ve, heta hefteyekê li meydana Schlossplatzê, ji saet 11:00 heta 21:00 nobed bê girtin.
Ji sibê heta roja Înê wê li pêşiya Eûropa Galerîe ya bajarê Saarbruckenê, saet di 18:00 de hin çalakî bên lidarxistin.
Li HBF a Mannheîmê, wê saet 18:00, li Lûîsen Platz a Darmstadtê saet 17:00 û li HBF a Frankfûrtê jî wê 16'ê Cotmehê saet di 17:40 de meş bên lidarxistin.
19'ê Cotmehê saet di 13:00 de wê li ber avahiya Navenda Giştî ya CSU ya li bajarê Munchenê çalakî pêk were. (Mies-van-der-Rohe-Str. 1 80807 Munchen)
Li Oldenbûrgê wê 16'ê Cotmehê saet di 18:30 de li ber HBF meş bê kirin.
Heman rojê wê li Hambûrgê li ber HBF saet di 18:00 de meş pêk were.
Li Hambûrgê wê 17'ê Cotmehê li ber Satûrnê saet di 18:00 de meş pêk were.
18'ê Cotmehê wê li Hambûrgê saet di 18:00 de meş bê organîzekirin.
Li Kîelê jî wê meşek bê lidarxistin. Cihê çalakiyê wê piştre diyar bibe."