NAV-DEM’ê banga tevlêbûna çalakiya li Strasboûrgê kir

NAV-DEM’ê bang kir ku bila gel bi awayekî girseyî beşdarî meşa li Strasboûrgê ya roja Şemiyê bibe.

NAV-DEM’ê ji bo meşa ku wê li Fransayê li bajarê Strasboûrgê were lidarxistin îro daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Beriya niha 39 sal berê bi destê dewletê gelê me yê Kurd û Elewî li Mereşê bûn hedef û qetlîamek hate kirin. Di vê qetlîamê de ji sedî zêdetir mirovên me yên Kurd û Elewî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran ji wan jî birîndar bûn û bi sedan mal û kargeh hatin texrîbkirin. Her ku qetlîam bêceza dimîne, dewleta Tirk qetlîamên nû dike. Îro jî malên Elewiyan tên îşaretkirin. Qetlîama li Mereşê ne bi tenê qetlîamek e, qirkirina Elewiyan e. Piştî vê qetlîamê li Sêwas, Dersim, Meletî, Erzingan, Semsûr û Çorûmê li ser Kurdan qirkirina çandî hatiye kirin. Em bawer dikin ku gelê me yê Elewî wê bi bawerî û çanda xwe xwerêveberiya xwe bi dest bixe.

Dîsa bi heman awayî beriya niha 6 salan balefirên şer li Roboskiyê 34 Kurd qetil kirin û tu kes ji ber vê qetlîamê ceza nestend.

Mirovên me yên ku li Mereş, Çorûm, Sêwas, Roboskî, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Kerboran, Gever û Silopiyê hatine qetilkirin, em wan bi bîr tînin.”

NAV-DEM’ê di dûmahîka daxuyaniya xwe de banga vî tiştî kir:

“Di serî de hemû Elewî, Kurdan em gelê Tirk ê demokrat û dostê xwe li dijî faşîzma AKP’ê vedixwînin geşkirina têkoşînê. Em bang dikin ku bila her kes beşdarî meşa di 16’ê Kanûna 2017’an a li Strasboûrgê bibe ya ku bi şîara ‘Ji Mereşê heta Roboskiyê: Me qetlîam ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin.’ tê lidarxistin.