NAV-DEM 5’emîn kongreya xwe li dar dixe
Li Elmanyayê rêxistina herî mezin a Kurdan NAV-DEM 5’emîn kongreya xwe li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê li dar dixe. Kongre wê sibê jî dewam bike.
Li Elmanyayê rêxistina herî mezin a Kurdan NAV-DEM 5’emîn kongreya xwe li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê li dar dixe. Kongre wê sibê jî dewam bike.
Kongreya ku li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê tê lidarxistin, hevserok û nûnerên pêkhateyan beşdar dibin.
Kongre îro dest pê kir û di kongreyê de bûyerên siyasî û têkoşîna dema nû hatin gotûbêjkirin.
Li Elmanyayê rêxistina herî mezin a Kurdan Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) 5’emîn kongreya xwe li dar dixe. Kongreya ku îro danê nîvro dest pê kir wê sibê jî bidome.
NAV-DEM ku 260 sazî û komeleye di bin sêwana xwe de dihewîne, bi meclîs, komîn, komîsyonên xwe yên rêxistinbûyînê li Elmanyayê di nava Kurdan de xebatan dimeşîne.
Rêveberiya saziyê, hevserokên NCDK ya Elmanya, KCDK-E, YJK-E, rêxistinên ciwanan, FCÎK, NAV-YEK, FEDA, Tev-Çand, KOMAW, Enstîtuya Kurd a Elmanyayê, PKAN, klubên sporê, nûnerên rêxistinên Rojava û Rojhilat jî di nav de bi sedan kes beşdarî kongreyê bûn. Di civînê de bûyerên siyasî, raporên xebatan, êrîşên li Elmanya bi ser Kurdan, rewşa rêxistina dema nû û rêbazên têkoşînê hatin gotûbêjkirin.
PLANNAMEYA TÊKOŞÎNÊ YA DEMA NÛ
Piştî axaftina vekirinê ya kongreyê, nirxandinên siyasî û şêweyê têkoşînê ya dema nû hate nirxandin û hate gotûbêjkirin.
Di nirxandinan de wiha hate gotin; “Polîtîkayên Elmanya yên li dijî Kurdan her roja diçe zêde dibin. Di vê li dijî vê rêbazên têkoşînê ya nû em diyar bikin. Ji bo vê jî divê em bihestiyarbûnê li aliyekê bihêlin, polîtikayên hê bi mantiq û rasttir ava bikin. Li Elmanyayê em têkiliyan bi hemû beşan re deyni û em pêşiya polîtikayên hikûmetê bigirin.” Di nirxandinan de bal hate kişandin li ser êrîşên bi ser Efrînê û hate xwestin ku li Elmanyayê têkoşîna piştgiriyê zêdetir bikin.
‘BERXWEDANA ME KETÎYE QONAXEK NÛ’
Endamê Desteya Rêveber a NAV-DEM’ê Abdullah Efe di derbarê Kongreyê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir, bi tevlîbûna hevserokên meclîsan û nûnerên pêkhateyan kongre civandine.
Efe wiha domand; “Îro di tevaya rojê de gelek nîqaş li ser Rojhilata Navîn, bûyerên li Ewropa çêdibin hatin kirin. Weke rêveber karê salekê me nirxand û me li ser plansaziya dema nû û rêveberiya nû nirxandin kirin”
Efe got kongre di heman demê de rastî berxwedana Efrînê hat û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em jî bi rihê berxwedanê diçîn kongreyê. Em dixwazîn di vê çarçoveyê de xwe rêxistin bikin, bi berxwedanê pêvajoya nû pêşwazî bikin. Ji bo vê jî em bang li ciwanan dikin ku di bin sêwana NAV-DEM’ê de cih bigirin. Ev berxwedan bi dehan sal e berdewam dike. Wê îro jî nifşê nû vê alayê hilgirin. Ji ber ku ciwan û jin pêşengtiya hemû çalakî û aktivîteyan dikin. Ji bo wê jî divê ciwan di hemû qonaxên NAV-DEM’ê de cihê xwe bigirin.”
Sibe wê kongreya me bi tevlîbûna 900 delegeyan berdewam bike. Di dema nû de wê bi sedan ciwan, jin beşdarî xebatan bibin. Wê vê alê dewr bikin û têkoşînê geştir bikin.”
Kongreya NAV-DEM’ê wê sibê li Kolnê bi beşdarbûna 900 delegeyên ji tevayî Elmanyê bidome.