NATO: Herêma tampon di rojeva me de nîne
NATO: Herêma tampon di rojeva me de nîne
NATO: Herêma tampon di rojeva me de nîne
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg, di serdana xwe ya Enqereyê de axivî û diyar kir ku herêma Tampon ya Tirkiye bi israr dixwaze, di rojeva wan de tune.
Stoltenberg ku bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin kir, ji bo herêma Tampon got: “Hê ne di rojeva nîqaşên NATO’yê de ye. Di rojeva NATO’yê de cih negirtiye.
Stoltenberg got: "Me ev fikr îro di hevdîtinên xwe de nîqaş kir.” Ev daxuyanî piştî ku Fransayê piştgirî da fikra herêma tampon û piştî daxuyaniya Qesra Spî ku gotibûn pêşniyarek wisa di rojeva wan de tune hat.
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande roja Çarşemê daxuyaniyek da û got ku di telefonê de bi Serokkomarê Tirk Erdogan re hevdîtin kiriye û ew piştgiriyê didin vê pêşniyarê.
Heman rojê Wezîrê Karê Derve y3e DYA’yê John Kerry bi hevpîşeyê xwe yê Îngîlîz Phîlîp Hammond re daxuyaniyek da çapemeniyê û got ku ev fikr hêja ye ku bê nirxandin.
Piştî daxuyaniya Kerry, berdevkê Wezareta Karên Derve Jennîfer Psakî axivî û diyar kir ku wan fikra herêma Tampon tu car red nekirine lê di vê rewşê de nikarin bikin jiyanê.
Piştî Psakî jî ji Qesra Spî daxuyaniyek hat. Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest got: “Tirk di her firsendê de vê fikrê diavêjin holê. Bê guman me bi wan re axivî lê niha tiştek wisa rojeva me de tune.”