Nasnameya gerîlayekî di 1999'an de jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin
Nasnameya gerîlayekî di 1999'an de jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin
Nasnameya gerîlayekî di 1999'an de jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya gerîlayekî di dema vekişîna sala 1999'an de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.
Di daxuyaniya hevpar a Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan û Komîteya Rêveber a PKK'ê de hat ragihandin, ku Ozgur Şahîn bi nasnav Reşo yê di sala 1975'an de li Kurecîkê ji dayik bû, di sala 1999'an de di dema vekişîna ji Botanê ber bi qada Başûr ve de, di şerê li hemberî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da.
Komîteyê ji malbata Şahîn re nameyek şand û got, "Ewlad û xizmê we rêhevalê me yê giranguha Reşo, êş û pirsgirêkên gelê me ji nêz ve dîtiye, ev di dilê xwe de hîs kiriye û tevlîbûna li nav refên gerîla ku hêviya azadiyê ya gelê Kurd de weke rêya dawîanîna li van pirsgirêkan dîtiye. Wî serî rakirina li statuya koledariyê ya dewletên mêtînger li ser gelê Kurdistanê ferz dikin weke wezîfeya bingehîn a mirovahiyê, exlaqî û welatparêziyê qebûl kiriye, bi berpirsyariyeke mezin li dengê wijdanê xwe guhdarî kiriye û bûye xwedî jiyaneke giranbuha. Ewladê we, rêhevalê me Reşo ê leheng û bi rûmet, doza azadiyê ya gelê Kurd weke wateya yekane ya jiyana xwe dîtiye û ji roja tevlîbûnê heta roja şehadetê, di her kêliya jiyana xwe de ji bo azadiya welatê me, jiyana azad a gelê Kurd û ji bo cihê bi rûmet ê mirovahiya cîhanê, bi fedekarî, dilsozî û hezkirineke mezin a ji bo gel, welat û Rêber Apo xebitiye. Di sala 1999'an de dema ji Botanê derbasî Başûrê Kurdistanê dibû, di şerekî li hemberî hêzên dewleta Tirk a mêtînger de, bi lehengî têkoşiya û şehîd ket.
Bila serê tevahiya gelê Kurdistanê û serê we sax be. Em dixwazin ku hûn bizanibin, em êşa we ji dil ve parve dikin û ji şehadeta hevalên xwe bi qasî we diêşin. Bi hilgirtina çek û ala wan re û bi bilindkirina têkoşînê di xeta şehîdan de, em hewl didin vê êşa xwe sivik bikin. Em ji we malbatên rêzdar hêvî dikin ku şehadeta zarokên xwe bi heman sebrê pêşwazî bikin û di heman çarçoveyê de nêzîkatiyê nîşan bidin.
Bêyî dayîna berdêlan ti gel azad nebûye û negihaştiye jiyaneke bi rûmet. Rêya herî rast a dawîanîna li êşan, bêmirinkirina şehîdên me ye. Wateya vê jî, ji bo bicihanîna armancên wan, hîn bêtir meşandina têkoşînê ye. Bi bilindbûna têkoşînê re şehîdên me jî wê di dilê mezin ê gelê me de bêdawî bijîn.
Ji ber ku hûn xwedî zarokekî, birayekî û xizmekî ewçend leheng ê mîna rêhevalê me şehîd Reşo ne, hûn çiqasî bi xwe serbilind bin, kêm e. Em weke hevalên wî, timî em pê ser bilind bûn. Ji bo pêkanîna armancên wî em ê bijîn û ji bo ala wî li cihê herî bilind ê welatê demokratîk, azad-wekhev biçikînin, em ê têkoşîna wan heta dawiyê bimeşînin. Ji ber ku dema şehîdên me ev ala xwe bi şeref radestî me dikirin, ji vê rastiyê bawer bûn û bi ruhê fedaî bi ser dijmin de meşiyan. Ew çavkaniya me ya bingehîn a hêzê, ew paşeroja me, ew roja me ya îro, ew pêşeroja me ne. Bersiva herî rast a ji bo bîranîna wan, dê gelekî azad, welatekî azad be.
Wan daxwazeke din ji me nekirin. Em dizanin ku goreke gelek şehîdên me jî tine ye. Lê ji xwe wan ji me ne gor, welatekî azad xwestibûn. Ji ber vê yekê bîrdariya herî mezin a em ji wan re çêbikin, bi heybetî avakirina Kurdistana azad li navenda Rojhilata Navîn e! Yekane bîrdariya şehîdên me karibin tê de bi dilrehetî razên, ev e! Yekane soza ku em her roj dubare dikin û em ê ti carî jê venegerin jî ev e!
Weke gelê herî qedîm ê dîrokê, ji ber ku em dixwazin bi zimanê xwe, bi çanda xwe bijîn û çarenûsa xwe bi awayekî azad bi xwe diyar bikin, em bi feraseteke serdest a dixwaze hebûn û rûmeta me ji holê rake re rû bi rû ne. Divê her kes pê bawer be, ku li hemberî dijminekî bi vî rengî yê her gavên me yên aştiyane weke qelsiyê dibîne, ji bo şkikandina destê me yê aştiyê êrîşên xwe zêde dike û dixwaze gelê me di pêşerojeke bêrûmet de mehkûm bike, em ê di xeta şehîdên xwe de heta ferdê xwe yê dawî têbikoş in. Ji bo dawî li êşên dayikên Kurdistanê bê anîn û jiyaneke azad bi rûmet li welatê me biafirîne, em dixwazin were zanîn ku em ê di her şert û mercî de bi awayekî fedaî şer bikin û bi biryardariyeke mezin em ê têkoşînê bilind bikin. Ji dil em bawerin ku têkoşîna afirandina welatekî azad, demokratîk û aştiyane ya di xeta Rêbertiyê de, ku armanca bingehîn a şehîdên me yên leheng e, wê bi berxwedana bi heybet a gelê me mezin bibe û bigihêje serketinê.
Li ser vê bingehê careke din em dibêjin serê we sax be û silav û rêzên xwe pêşkêşî we dikin."