Nasnameya 8 karkeran hat aşkerakirin

Nasnameya 8 karkeran hat aşkerakirin

Nasnameya 8 karkerên ji madena li Ermenekê herî dawî hatin derxistin, hat aşkerakirin.

Nasnameya 8 karkerên ji madena komirê ya Kargeha Has Şekerler Madencîlîk a li nêzî gundê Pamûklû yê navçeya Karaman Ermenekê hatin derxistin, di encama testa DNA ya li Enqereyê de zelal bû.

Nasnameya karkerên herî dawî ji madenê hatin derxistin wiha ye: Bahrî Uzer, Husnu Çolak, Osman Çoksoyler, Huseyîn Çolak, Îsmaîl Gurses, Ûgûr Îlhan, Mehmet Tokat û Tezcan Gokçe.