Nas: Tirkiye tekane dewlet e ku SÎHA’yan di nav sînorên xwe de bi kar tîne
Seroka berê ya Giştî ya Partiya Anavatanê Nesrîn Nas, têkildarî SÎHA’yan ku mijara nîqaşê ye got, Tirkiye tekane dewlet e ku di nav sînorên xwe de wan bi kar tîne.
Seroka berê ya Giştî ya Partiya Anavatanê Nesrîn Nas, têkildarî SÎHA’yan ku mijara nîqaşê ye got, Tirkiye tekane dewlet e ku di nav sînorên xwe de wan bi kar tîne.
Seroka berê ya Giştî ya Partiya Anavatanê Nesrîn Nas, têkildarî SÎHA’yan ku mijara nîqaşê ye got, Tirkiye tekane dewlet e ku di nav sînorên xwe de wan bi kar tîne. Nas rexne li siyaset CHP’ê kir û got ji CHP’ê weye ku siyaset di serdemeke pir asayî de tê kirin. Nas bal kişande ser tifaqa AKP-MHP û niha jî Tansû Çîller û got rewşa niha j isalên 90’î kambaxtir e.
‘TIRKIYE TEKANE DEWLET E KU SÎHA’YAN LI NAV SÎNORÊN XWE BI KAR TÎNE’
Nas got SÎHA mijareke pir cidî ye û divê mirov li ser raweste û wiha got: ‘’Ne tenê em, li dinyayê divê bi rengekî cidî were nîqaşkirin. Heke hûn ji min bipirsin ez weke peyama demeke ji ya çekên nukleer taloketir dibînim. SÎHA weke lîstikeke kompîtirê ye ku hemû girêdana di navbera kujer û yê kuştî de ji holê radike. Pê li bişkokê dikî û jiyan tarî dibe. Niha divê dinya baldarbe bê ka ev çekên wiha wê çawa werin bikaranîn. Hêsan e ku mirov çekên nukleer kontrol bike û şopa wê bibîne; lê ne hêsan e ku mirov şopa SÎHA’yan bibîne. Li vir li aliyekî wiha dinerim ku ji hêla îstîxbarî ve tê bikaranîn, lê biya min divê SÎHA li hemû dinyayê were qedexekirin. Ez ne têkildarî vê bûyera dawî dibêjim. Tekana dewleta ku di nav sînorên xwe de SÎHA’yê bi kar tîne Tirkiye ye. Divê ev jî li hêlekê were nivîsîn. Ev hovîtiyeke mezin e. ‘’
‘JI CHP’Ê WEYE KU SIYASET DI SERDEMEKE ASAYÎ DE YE’
Nesrîn Nas bal kişande ser rewşa CHP’ê jî û got: ‘’CHP divê hay jê çêbibe ku em di rewşeke derasayî de dijîn. Bi vê hayjêçêbûnê divê bikaribe bi hemû hêzên demokratîk re, bi HDP’ê re ku mezintirîn partiya sêya a Meclîsê ye, bi însîyatîvên demokratîk, sendîkayan re xuya bike û vê berfireh bike. Rexneya min li CHP’ê ev e. Jê weye ku siyaset di serdemeke asayî de ye.
‘TIRKIYE GIRTÎGEHEKE DORLÊVEKIRÎ YE’
Li ser rewşa binpêkirina mafê mriovan Nas bal kişande ser bêdengiya saziyên rayedar û Ewropayê û got sedema vê ew e ku berjewendiyên wna li pêş in û got Tirkiye bûye girtîgehek e dorlêvekirî .
‘TIFAQA MHP-TANSÛ ÇÎLLER SALÊN 90’Î BI BÎRA MIROV TÎNIN’!
Seroka Giştî ya Berê ya Anavatanê Nesrîn Nas li ser tifaqa AKP-MHP û Çîller jî got: ‘Dema ku mirov li navê MHP û Tansû Çîller dinere helbet ne pêkan e ku salên 90’î bi bîra mirov neyê. Salên 90’i li Amed, Mêrdînê, me hemûyan şewitandin, valakirina gundan, kujerên kiryar nediyar dîtin. Bi ser de dema ku Erdogan hatî ser kar gotibû ev ê careke dî dubare nebin. Soz da ku careke dî ‘dayik negirîn’ û li wê herêmê ji Kurdan gelek destek stand. Heta ku maseya aştiyê nequliband jî ew destek bi giranî li pişt Erdogan bû. Dema ku mirov li navên niha dinere helbet rewş trajîk e. Tirkiye ku diviya bihata rewşeke demokratîktir, bibûya dewleta hiqûqê, ku dikarîbû vê bike, dikarîbû aştiyeke mayinde saz bike, dîsa bi paş ve çûna wê helbet mirov xemgîn dike, weke çîrokeke trafîk û xembar e. Dilê min dişewite ji ber ku rewşa niha j isalên 90’î gelekî kambaxtir e.’’