Namzetên HDP’yî bang kirin: Xwedî li sindoqan derkevin

Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê xwecihî didomin, li her qadê banga dengê xwe bikar bînin û xwedî li sindoqan derbikevin tên kirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevî hemû astengî û êrîşên îtifaqa AKP-MHP’ê jî xebatên xwe yên hilbijartina xwecihî didomîne. Namzetên HDP’yî banga dengê xwe bikar bînin û xwedî li sindoqan derbikevin kirin.

EDENE

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê di çarçoveya hilbijartinê de li avahiya xwe civînek lidar xistin. Di civîna parlementerê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekgoz û endamên partiyê amade bûn de hate gotin: “Li dijî desthilata AKP-MHP’ê dengê xwe ji bo demokrasiyê bikar bînin.”

Namzetê HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Mahsûn Erîg jî anî ziman ku bloka desthilatê winda dike û ji bo wê êrîş dike.

Li Dersimê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ‘Navenda Şopandin û Çavdêriyê ya Ewlekariya Hilbijartinê’ ava kirin. Berpirsê Karê Agahî ya Navenda Yekîtiya Hêzê ya Şoreşgerî ya Dersimê Îbrahîm Kasûn bang li gel kir û got: “Ji bo xwedî li deng û sindoqên xwe derbikevin, li her cihên lê bibin muşahîdên dildar. “

RIHA

Li navçeya Hewag a Rihayê jî namzetên hevşaredariyê Rabîa Aslan û Mehemet Çakmak banga di hilbijartinê de dengê xwe bikar bînin kir. Çakmak axivî û got: “Bi taybet welatiyên Hewagê yên li Ewropayê dijîn divê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.” Aslan jî bang li hemû jinan kir û got: “HDP partiya jinan e. Herin ser sindoqan û di bin sêwana HDP’ê de li hev kom bibin. Jin wê li her derê biçin ser sindoqan û xwedî li vîn û dengê xwe derbikevin.”

AMED

Komeleya Destekkirina Namzetên Jin (KA-DER) a ‘Taahkumnameya Bajar a Dost a Jinê’, Federasyona Astengdarên Tirkiyeyê ya ‘Protokola Bajar a Ji bo Astengdaran Bigihêjê’  û Komeleya Zelalî ya Navneteweyî ya ‘Taahakumnameya Zelalî ya Rêveberiya Xwecihî’ pêşkêşî namzetên HDP’ê yên Amedê kir. Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Amedê, Yenîşehîr, Sûr, Rezan û Peyîzava taahakumname îmze kirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî de tê dawiya xebatên xwe. HDP mitînga fînalê ya herêma Amedê sibê saet di 11.00’an de li Qada Îstasyonê li dar dixe. wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP Mehmet Arslan û nûnerên partiyên kurd ên bi HDP’ê re îtîfaq pêk anîn wê biaxivin. Her wiha wê Koma Gulên Xerzan û hunermend Ayşenur Kolîvar konserê bidin.

Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli diyar kir ku ew hatin dawiya maratona hilbijartinê û got: “Me di Newrozê de reng, ruh, coş û siberoja Amedê dît. Em hemû bi hev re ne. Dilê me hemûyan yek e. Bawerî û biryara me hemûyan yek û li holê ye. Di 29’ê Adarê de em hemû bi hev re li qadan bêjin ‘Em li vir in.’ Amed wê carek din di mitînga 29’ê Adarê de bejn û bala xwe bide nîşandan. Em ê xwe ji bo govenda 1’ê Nîsanê amade bikin. Em hemû gelên xwe vedixwînin qada mitîngê.”

Namzetên HDP’ê yê Hevşaredariya Yenîheşîrê Îbrahîm Çîçek û Belgîn Dîken, Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Rezanê Zubeyde Zumrut, Namzetên HDP’ê yên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr û Namzeta HDP’ê ya Peyasê Kezîban Yilmaz jî banga beşdariya mitîngê kirin û gotin ew li benda sed hezarane ku bi ruhê Newrozê beşdarî mitîngê bibin.

BEDLÎS

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî de li Bajaroka Pirxûsê ya girêdayî Navçeya Xelata Bedlîsê hevdîtina gel li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik, Namzetên HDP’ê yê Hevşaredariya Pirxûsê Sarya Yilmaz û Baran Turan, rêveberên HDP û DBP’ê û gellek kes beşdar bûn. Qad bi alên HDP’ê hatin xemilandin û girseyê dirûşmên “Bijî HDP” û “Bijî berxwedana zîndana” berz kirin. Welatiyan li ber muzîkê govend gerand.

Namzetê Hevşaredariyê Baran Turan da zanîn ku ew ji 31’ê Adarê re amade ne û xwest her kes xwedî li dengên xwe derkeve. Turan nameya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Pirxûsê yê girtî Ahmet Demîr xwend.

Namzet Sarya Yilmaz jî greva birçîbûnê ya Leyla Guven û çalakgerên din bibîr xist û got: “Em bejna xwe li ber berxwedan û şehadetên wan ditewînin. Ew deng û vîna gel in.”

Parlamenter Mensûr Işik jî axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û xwest ji bo hevdîtina li gel Ocalan demildest daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bên qebûlkirin. Işik got hevdîtina li gel Ocalan ji bo gelê kurd xwedî girîngî û wateya xwe heye. Işik da zanîn ku ji bo ew Pirxûsê ji qeyûm rizgar bikin her kesî vexwend ser sindoqan û xwest her kes xwedî li sindoq û dengên xwe derkeve.

STENBOL

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ku xebatên xwe yên hilbijartinê li hemû bajarên Tirkiyeyê bê navber bi rêve dibe, di heman demê de hewl dide hilbijêran bibe ser sindoqan. Komîsyona Hilbijêrên Bitevger a ji aliyê Rêxistina Stenbolê ve hat avakirin, îro hilbijêrên destpêkê yên dengên xwe bidin, ber bi bajarên wan ve bi rê kirin. Hilbijêrên nêzî 2 hezarî li Bazara Gel a Gakirkoyê kom bûn, li ber stranan gevund gerandin û tilîlî berzkirin. Hilbijêr dûre bi coş û kelecaniya hilbijartinê li otobusan siwar bûn û gotinên “Bila qeyûm li benda me bin. Em diçin ku qeyûman bişînin qesrê” ketin rê.

Navê bajarên hilbijêrên wan îro ketin rê wihan e: Bedlîs, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêrdîn, Şirnex û Wan.

Sibe jî, hilbijêrên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlîk, Amed, Xarpêt, Erzirom, Mêrsîn, Mûş, Sêrt, Riha û Dersimê wê bikevin rê.

ÎDIR

Endamê Komîsyona Hilbijartina bi Tevger a Rêxistina HDP’ê ya Îdirê Ahmet Karadenîz û Parlementerê HDP’ê Habîp Keskîn anîn ziman ku dengek jî ji bo bajar xwedî girîngiyeke mezin e.

WAN

Rêxistina HDP’ê ya Wanê ji bo erkdarên sindoqan kes diyar kirin. Endamê Komîsyona Karê Hilbijartinê Hatîce Kiye got: “Her cihê em çûn me anî ziman ku em ê bi ser bikevin. Bila neyê ji bîrkirin serketin li ser sindoqan e. Divê her kes biçe dengê xwe bikar bîne û xwedî li sindoqan der bikevin.”

MÛŞ

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê, li navçeya Milazgirê mîtînga hilbijatinê li darxist. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyigît, Parlementerên HDP’ê Mensûr Işik, Şevîn Coşkûn, Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Ferhat Çaki û Mûhlîse Karaguzel beşdarî mîtîngê bûn. Mîtîng li navenda navçeyê hat lidarxistin. Welatiyan di mîtîngê de bê navber dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Namzeta Hevşaredara Milazgirê Munevver Ceylan, gel silav kir û bang li gel kir ku di 31’ê Adarê de xwedî vîna xwe derkevin. Namzet Erdal Çalak jî, diyar kir ku ewê di hilbijartinê de bi dengeke pir zêde şaredariyê qezenc bikin.

Dûre parlementer Şevîn Coşkûn, derket ser dikê û wiha xitabî gel kir: “Qeyûm li dijî vîna gelan û demokrasiyê ye. Gelê Milazgirê wê di 31’ê Adarê de bersivek mezin bide qeyûman û AKP’ê.”

Parlementer Mensûr Işik piştî Coşkûn axivî û wiha got: “Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dikin. Dema parêzer û malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan dikin, dibin koster û hewa xirabeye, lê di rastiyê ya xirabe hişmendî û feraseta wane. Emê jî di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bidin vê hişmediyê.

Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî di mîtîngê de axivî û wiha got: “Piştî 7’ê Hezîranê dîtin ku HDP mezin dibe. Ji ber vê dest bi zextan kirin. Di 1’ê Mijdarê de hemû hêza dewletê bi kar anîn, ji bo ku me dibin benda hilbijartinê de bihêlin. Lê me dîsan bi ser xist. Dûre qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Hevşaredar û parlementerên me girtin. Gelo qeyûmên tayînê şaredariyên we kirin, karek jî kirin? Vana kevirek jî ne danîn ser kevirekê. Li şûna qeyûmên dizker qeyûm tayîn kirin. Lê emê hesap ji kesên pereyên gel dizîn bipirsin. Dema ku me şaredarî qezenc kir, emê bangî mufetîşan bikin. Emê dizitiyên wan tespît bikin û wan bidin mehkeme kirin.”

Koçyîgît, da zanîn ku kesên ziman, nasname, çand û erdniyariya Kurdan qebûl nakin, di demên hilbijartinê de behsa yekitiyê dikin û wiha got: "Ger em yekbin divê em 365 rojan yek bin. Divê tenê em di hilbijartinan de ne yekbin. Mêze bikin, nikarin bêjin Kurd jî. Behçelî dibêje kokdarên Kurd. Nikare bêje Kurd. Em Kurd û gelekê li ser vî welatî dijîne. Ji bo ku hûn zilmê li me bikin, me deriyê Milazgirê venekiriye. Me ji bo jiyanek bi hev re vekir."

Koçyîgît, da zanîn ku ewê tu carî helwestan nîşanî mirovên dengên xwe dan AKP’ê nedin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tişta em li dijî wêne siyasea AKP’ê ye. Em ji bo feraseta AKP’ê dibêjin êdî bese. Ji ber vê tu pirsgirêka me bi kesên dengên xwe dan AKP’ê re tuneye. Ji ber ku ewê biçin û emê bi hevre jiyana xwe berdewam bikin. Weke partiyê emê di van du sê rojên dawî jî, hîn zêdetir bixebitin.”

Piştî axaftian hunermend Mîr Perwer derket ser dikê. Girseyê li ber stranan guvend geran din û dûre mîtîng bi dawî bû.