Namzetên HDP'ê yên Hatayê: HDP wê jiyana nû bihûne

Namzetên HDP'ê yên Hatayê, di civîna li Mala Cem a Skenderûnê de bi hilbijêrên xwe re rûniştin.

Namzetên HDP'ê yên Hatayê, di civîna li Mala Cem a Skenderûnê de bi hilbijêrên xwe re rûniştin.

Namzetên HDP'ê yên Hatayê Nîhat Eraslan, Kerem Nalbant, Arîfe Aymaz, Şefîk Firinci, Hîlmiye Kizilay, Seyhan Nûral, Şîrîn Nûr Vûral, Bekîr Soylû, Abdulkerîm Aslan û Perî Çîftçî, di civîna taştê ya ji aliyê Komîsyona Jinê ya Navçeya Skenderûnê ve hat organîzekirin de, bi hilbijêran re rûniştin. Di kombûna li Mala Cem a Skenderûnê de endamên Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Zekî Koç û Bereket Kar, Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Hulya Kadî û Mehmet Însan, Hevserokên HDP'ê yên Navçeya Skenderûnê Fîlîz Karlidag û Temîm Salmanoglû jî amade bûn.

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Skenderûnê Fîlîz Karlidag di axaftina xwe ya li vir de bi zimanên Erebî, Kurdî û Tirkî mêvan silav kir û got, "Ji ber ku em pariyên xwe bi we re parve dikin, gelekî kêfxweş in."

Karlidag bal kişand ser hilbijartinan û got, "Li ber me hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê hene. Û divê em vê firsendê baş bikar bînin, hemû bendên li pêşiya xwe hilweşînin, jiyana nû, pêşerojeke azad a bi hev re diyarî hemû gelên xwe bikin. Ji ber ku eger HDP bendê derbas bike, wê hemû rengên gelan li Meclîsê bên temsîlkirin. Û Tirkiye wê jiyaneke nû bi HDP'ê re bihûne. Di rewşeke berevajî de zilm û zordarî wê zêde bibe û dewam bike."