Namzetên HDP’ê li Manîsa û Amedê bi gel re civiyan

Namzetên HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî de îro li Amed û Manîsayê bi gel re civiyan.

Xebatên ji bo hilbijartina xwecihî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê navber didomin. Di çarçoveya xebatan de îro li Manîsa û Amedê namzet bi gel re civiyan.

AMED

Namzeta Hevşaredariya Gêl a HDP’ê Gulistan Ensarîoglû û rêveberên HDP’ê yên navçeyê li gundê Amînî serdana gel kir. HDP’yi ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin û rêveberan ji bo hilbijartina xwecihî daxwaza dengan kir.

Namzetê Hevşaredariya Pîran a HDP’ê Felat Aygoren û rêveberên navçeyê jî di çarçoveya xebatan de serdana gundiyên Bîlîkan, Omeran, Himbil, Şîlbetan û Hopek kir. Gundiyan eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan da û HDP’yiyan pirsgirêkên welatiyan guhdar kir.

PEYAS / SÛR

Rêxistina HDP’ê ya navçeya Sûrê li Taxa Dîcleyê buroya hilbijartinê vekir. Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn, namzetên hevşaredariya Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn, Cemal Ozdemîr û bi sedan kes beşdarî vekirina buroyê bûn. Tosûn axivî û got û bal kişand li ser greva Leyla Guven ku çalakiya wê di roja 102’an de ye.

Piştî axaftina Remziye Tosûn bi dirûşme û govendê buroya hilbijartinê hate vekirin.

Rêxistina navçeya Peyasê jî bi heman armancê li navenda Peyasê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên hevşaredariyê Hulya Alokmen Ûyanik û rêveberên HDP’ê yên navçeyê beşdar bûn. Bi govendê buroya hilbijartinê hate vekirin.

MANÎSA

Li Manîsayê jî HDP’ê namzetên bajêr û navçeyan da nasandin. Civîna nasandina namzetan li pêşiya avahiya HDP’ê ya li ser cadeya Gazî Osmanpaşa pêk hat û gel bi nîşaneyên serkeftinê namzet pêşwazî kir. Hevserokên HDP’ê yên bajêr, parlamentera Îzmîrê Serpîl Kemalbay, endamên Meclîsa Partiyê û bi dehan kes beşdarî civinê bûn. Hevserokên HDP’ê yên bajêr Guler Guvercî Unal û Kerem Taylan gel silav kir.