Namzetên HDP'ê: Em pîlanan têk bibin, HDP'ê bigihînin Meclîsê

Namzetên HDP'ê yên Stenbolê Ahmet Şik, Erkan Baş û Oya Ersoy li ser binpêkirina mafê dengdanê yê li Pirsûs û gelemperiya Kurdistanê gotin, "Em pîlanan têk bibin. Bi piştgiriya li rojavayê welêt em bersivê bidin pîlanên li rojhilat."

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Stenbolê Ahmet Şik, Erkan baş û Oya Ersoy nerazîbûn nîşanî dek û dolabên li Riha û Pirsûsê digerin dan. Şik, Baş û Ersoy daxuyaniyeke hevpar li ser mijarê dan û destnîşan kirin ku wê pîlanên AKP'ê têk bibin. Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku bi piştevaniya li rojavayê welêt re bersiv ji pîlanên li rojhilatê welêt bê dayin û hate gotin, "Em HDP'ê bigihînin Meclîsê. Pêşî li dek û dolaban, li pîlanan bigirin. Em hêviyê bi hev re mezin bikin. Hîn bi xurtî xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin."