Namzetên HDP’ê bi gel re civiyan

Namzetên HDP'ê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana gel kirin û soz dan ku ew ê bi hev re şaredariyan bi rê ve bibin.

Xebatên namzetên hevşaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên ji bo hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê didomin. Di çarçoveya xebatan de namzetên HDP’ê li Kocaelî û navçeyên Amedê bi gel re civiyan.

KOCAELÎ

Parlementera HDP'ê û namzeta Şaredariya Mezin a Kocaeliyê Zuleyha Gulum, tevî rêveberên partiyê çû serdana Komeleya Piştivaniyê ya Berastengê Dîtinê (GORSEM). Serokê komeleyê Dûrsûn Karaman û desteya rêveber a komeleyê heyeta HDP'ê pêşwazî kir. Gulum, di serdanê de diyar kir ku ew ê bi hev re bajar bi rê ve bibin û got: "Em ê meclîsan ava bikin û bi van meclîsan bajêr bi rê ve bibin. Ji van meclîsan yek jê jî wê meclîsa berastengan be. Em ê tevî berastengan hewl bidin ku kuçe û kolanên bajêr jia stengiyan xelas bikin."

AMED

HDP'a Yenîşehîrê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bênavber dixebite. Namzetên HDP'ê yên Yenîşehîrê Belgîn Dîken û Îbrahîm Çîçek, çûn Sîteya Pîşesaziyê û serdana esnafan kirin.

ÇINAR

HDP'a Çinarê jî, tevî Parlementerê HDP'ê Mûsa Farisogûllari û namzetên Çinarê Necla Tamrîş û Bedrî Kayan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû gundê Beşpinar, Şukurlî, Hucetî, Sergelya. HDP'î, li gundan bi awayekî girseyî hatin pêşwazîkirin û bal kişandin ser tcerîda li Îmraliyê û çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven. Farisogûlû di axaftina xwe de got: "Divê em xwedî li têkoşîna xwe derkevin û tecrîdê bişkînin. Divê em bersiva qeyûman bidin."

PÎRAN

HDP'a navçeya Pîranê jî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû gundê Sergenlî, Taştepe, Gunduz, Guzeerler û mezrikên van gundan. Namzetên HDP'ê yên Pîranê Yasemîn Uçer û Felat Aygoren û endamên partiyê li gundan serdana malan kirin.

BISMIL

HDP'a Bismilê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn 12 gundên herêma Barava. Namzetên HDP'ê yên Bismilê Orhan Ayaz û Gulşen Ozer û rêveberên partiyê, li gundan bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.