Namzetên Westanê yên HDP'ê biryardar in û xwedî îdîa ne

HDP biryardar ku Şaredariya Westanê ku AKP'ê bi rêbaza zorê standibû, bistîne.

AKP her hilbijartinê bi dek û dolaban û bi zorê dest li ser şaredariya Westanê datîne. 2009'an jî AKP'ê bi dek û dolaban bi 14 dengan xwe da pêş û şaredarî stand, 2014'an HDP bi ser ket lê YSK ya di bin xizmeta AKP'ê de ev qebûl nekir.

Namzetên Hevşaredariyê yên Westanê yên HDP'ê Melek Arapoglu û Veysî Şeker gotin ew ê di hilbijartinê de bi ser bikevin û desteê jinên li Gewaşê bikeve.

'EM Ê ŞAREDARIYEKE GELPARÊZ Û DEMOKRATÎK BIN'

Namzetê Hevşaredariyê Veysî Şeker got ew ê bi şaredariyeke gelparêz û demokratîk şaredartiyê bikin û li Westanê ji bo ku bi ser bikevin şert têra xwe guncan in.

Şeker her wiha got ew ê potansiyela Westanê derxînin holê, ew ê îbadetên li grava Axtamarayê ji nav hesabên siyasî rizgar bikin, wê potansiyela turîzmê ya navçeyê geş bikin û her wiha festîvalên çand û hunerê bikin.

'DI PROJEYAN DE GEL WÊ BIRYARAN BIDE'

Şeker wiha domand: ''Em ê bibin şaredariya gel. Di pêvajoyên biryarê de em ê guhê xwe bidin gel. Em ê projeyên xwe bi gel bişêwirin û piştî şêwra gel berfireh bikin. Beriya ku em xizmetê ji taxê re bibin em ê ji şêniyên taxê pirs bikin û wiha dest pê bikn. Ev ê felsefeya me ya sereke be. Di îhaleyan û civînên meclîsan de em ê şefaf bin, em ê guh bidin gel.''

'EM Ê ŞAREDARIYEKE BI NAVENDA JINÊ BIKIN'

Namzeta Hevşeradar Melek  Arapoglu jî got, ''Jin wê tevlî pêvajoya sosyal, aborî û civakî ya bajêr bibin. Em ê zemîna vê çêbikin. Bi rêya kooperatîf, komun û bazaran em ê bikin ku keda jinê xuya bike.''

Arapoglu her wiha got ji bo jinan ew ê cihêkariya pozîtîf bikin, rêveberiyeke bi navenda jinê bîkin.

Arapoglu diyar kir ew ê di rêvebirinê de zelal bin, hesab bidin.