Name ji Demîrtaş re nivîsand, 10 meh ceza lê hate birîn
Karîkaturîstê girtî Melîh Gurler, ku nameyek ji Demîrtaş re nivîsand, ji ber nivîsên di nameyê de 10 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Karîkaturîstê girtî Melîh Gurler, ku nameyek ji Demîrtaş re nivîsand, ji ber nivîsên di nameyê de 10 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Karîkaturîst Melîh Gurler ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bafra ya Samsûnê tê girtin, ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş re nameyeke nivîsand û bi îdîaya ku di nameya xwe de 'Heqaret li Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag kiriye' ceza lê hate birîn. Doza li ser mijarê li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Keskîn pêk hat û dadgehê bi îdîaya 'Gurler sûc kiriye', 10 meh cezayê girtîgehê lê birî.
Her wiha 11 TL lêçûnên dadgehê û 1.980 lîre heqê parêzerê Bozdag jî weke ceza li Gurler birî.