Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, wezîrên HDP'yî û parlamenterên ji bo şermezarkirina terora dewletê ya li Cizîrê û pêkanîna civîna koma xwe dixwazin bikevin nava Cizîrê, li ser rêya Hezexê hatin sekinandin.
ANF
MÊRDÎN
çarşem, 9 rezberê 2015, 12:52
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, wezîrên HDP'yî Alî Haydar Konca û Muslum Dogan, û parlamenterên HDP'ê û girseyeke qelebalix ji bo şermezarkirina terora dewletê ya li Cizîrê û pêkanîna civîna koma xwe dixwazin bikevin nava Cizîrê, li ser rêya Hezexê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin sekinandin.
Hêzên dewletê ji parlamenterên HDP'ê re ragihandin ku bi fermana Wezareta Karên Hundir ew ê destûrê nedin ku derbas bibin.
Li ser vê yekê Wezîrên HDP'yî hewl dan bi Wezîrê Karên Hundir re biaxivin.
Bi sedan kesên li ser rêya Hezexê ne dirûşma "Bijî Berxwedana Cizîrê" diqîrin û li ser rê disekinin.
Di vê navberê de li ser rêya Hezexê û girên derdora wê, hejmareke zêde ya leşkeran hatin bicihkirin.