Nahêlin ku Demîrtaş were danişînê
Dadgeha 19. a Cezayê Giran a Enqerê, li şûna ku Demîrtaş danişîna pêşî ya 7’ê Kanûnê were hazirkirin ji girtîgehê xwest ku bi SEGBÎSÊ Demîrtaş hazir bibe.
Dadgeha 19. a Cezayê Giran a Enqerê, li şûna ku Demîrtaş danişîna pêşî ya 7’ê Kanûnê were hazirkirin ji girtîgehê xwest ku bi SEGBÎSÊ Demîrtaş hazir bibe.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgehê bi Tîpa F a Edîrne girtiye, di nav çarçoweya dosyaya jê girtî, cara pêşî wê 7’ê Kanûnê derkete ber dadgeh. Dihate payin ku Demîrtaş, ê ku ji 4’ê Mijdara 2016’an ve girtî bû di danişîna pêşî de were hazirkirin, Dadgeha Cezayê Giran ê 19. a li dozê dinerî, ji girtîgehê re nivîs şand û biryar da ku Demîrtaş roja danişînê bi SEGBÎS’ê were hazirkirin.
Piştî vê biryara dadgehê parêzerên Demîrtaş bi sedema ku dijî hiqûqê ye îtîraz kirin. Heta niha bersiv nehatiye dayin.
Demîrtaş piştî ku hate girtin ji dosyayên cihê 72 danişînên wî çêbû, di yek danişînê de jî nehate hazirkirin. Tenê biryar dabûn ku di danişîna 7’ê Tîrmehê de hazir bibe, ku li Dadgeha Cezayê yê Eslîleyeyê ya 35. a Enqerê hatibû dîtin. Lê Demîrtaş ji ber ku lê ferz kirin kelepçeyê lêbixin, bi mebesta ku helwestê nîşan bide tevlî danişînê nebû.