'Na ji dîktatoriya şexsekî re'

Ji Federasyona Komeleyên Karkeran li Elmanya Federal Kemal Kiran û Parlamenterê SPD'ê yê Eyaleta Hessenê Tûrgût Yuksel ji bo referandûma 16'ê Nîsanê bang li hilbijêran kirin, ku li dijî 'dîktatoriya şexsekî' dengê NA bidin.

Ji Federasyona Komeleyên Karkeran li Elmanya Federal Kemal Kiran û Parlamenterê SPD'ê yê Eyaleta Hessenê Tûrgût Yuksel ji bo referandûma 16'ê Nîsanê bang li hilbijêran kirin, ku li dijî 'dîktatoriya şexsekî' dengê NA bidin.

Kiran diyar kir, ti ji 18 xalên di destûra bingehîn de tên guhertin bi kêrî karkerên koçber ên li Ewropayê nayên û got, "Tenê ji bo zexmkirina desthilatdariya şexsekî ya Erdogan e. Ev yek jî mayîndekirina faşîzmê ye."

Kiran anî ziman, ji ber ku ew li ber dîktatoriya şexsekî radibin, ew ê dengê 'NA' bidin û destnîşan kir, ku hemû tiştên Erdogan kiriye ji bo berjewendiyên xwe kiriye, ji ber vê yekê ti feydeya Erdogan ji wan re nîne.

Kiran bibîr xist, ku bi salane li dijî nîjadperestî û cihêkariyê têdikoşin û ragihand, Erdogan bi vê polîtîkaya xwe re hem hindikahî û komên çandî yên li Tirkiyeyê binpê dike, hem jî bi dijminatiya ku li Kurd, Elewî, Ermeniyan dike re dijminatiyê dixe navbera gelan û vê yekê digihîne Ewropayê.

Kiran destnîşan kir, ew li dijî nîjadperestî, cihêkarî, şovenîzm û neteweperestiyê ye, ji ber vê yekê ew ê di referandûmê de van polîtîkayên Erdogan qebûl nekin.

Kiran diyar kir, çawa ku di 7'ê Hezîranê de wan pêşî li Erdogan girt, ew têk bir, di vê referandûmê de jî ew ê wî têk bibin.

Parlamenterê SPD'ê yê Hessenê Tûrgût Yuksel jî bibîr xist, ku li Elmanyayê bi qasî yek û nîv mîlyon hilbijêrên Tirkiyeyî hene û anî ziman, ku di vê referandûmê de wê mafekî xwe yê demokratîk bi kar bînin.

Yuksel da zanîn, biryara li Meclîsa Tirkiyeyê hat girtin, bêyî nêrîna mûxalefetê were girtin hatiye girtin û guhertineke ewçend mezin bi vî rengî pêşkêşî referandûmê hatiye kirin.

Yuksel da xuyakirin, ku bi vê guhertinê re hemû hêz di destê şexsekî de tên komkirin û parlament tê tevizandin.

Yuksel got, "Ji ber vê yekê divê em di vê referandûmê dengê 'NA' bidin."

Yuksel diyar kir, divê ew hilbijêrên dudil in ji bo dayîna dengan teşwîq bikin û got, "Ji ber ku li ser siberoja li Tirkiyeyê gelek fikarên me hene, em vê kampanya 'NA' gelekî girîng dibînin."