Muxalifên Sûriyeyê hewil didin ‘serokwezîrê’ xwe hilbijêrin
Muxalifên Sûriyeyê hewil didin ‘serokwezîrê’ xwe hilbijêrin
Muxalifên Sûriyeyê hewil didin ‘serokwezîrê’ xwe hilbijêrin
Koalîsyona Niştimanî û Hêzên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo avakirina hikûmeta demborî û hilbijartina serokê hikûmetê îro li Stenbolê dicive.
Koalîsyona Niştimanî û Hêzên Şoreşger a Sûriyeyê civîna avakirina hikûmeta demborî ku beriya niha ji ber sedemên cuda 2 caran hatibû paşxistin, îro lidar dixe. Hate hînbûn ku, civîn wê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê bê lidarxistin. Çav li rê ye ku di civînê de ji nava zêdetirî 10 kesên ku koalîsyonê diyar kirine hikûmet bê avakirin, ji nava heman kesan serokê hikûmetê jî bê hilbijartin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyek ji koalîsyonê dane AFP’ê, ji nava zêdetirî 10 kesan ji bo serokatiya hikumetê şansê Wezîrê Çandiniyê yê berê yê Sûriyeyê Esad Mustefa û Lêkolînerê Aborî Usama Qadî zêde ye.