Muxalefeta Sûriyeyê: Têkiliya komên çete bi azadiyê re tune ye
Muxalefeta Sûriyeyê: Têkiliya komên çete bi azadiyê re tune ye
Muxalefeta Sûriyeyê: Têkiliya komên çete bi azadiyê re tune ye
Kordînatorê Giştî yê Kordînasyona Hêzên Veguhertina Demokratîk a Sûriyeyê Hesen Ebdilezîm, diyar kir ku tu têkiliya komên çete yên derbasî Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê bûne bi azadiyê re tuneye û got; “Hilweşandina rejîma Baasê li Serêkaniyê çênabe, li Şamê ye. YPG, di parastina gelê herêmê de rolek girîng dilîze. Divê em li ser bingeha jiyana hevbeş a dîrokî û çandî mil bidin hev.”
Kordînatorê Giştî yê Kordînasyona Hêzên Veguhertina Demokratîk a Sûriyeyê Hesen Ebdilezîm, êrîşên komên çete yên li hemberî bajarê Serêkaniyê û armancên wan, ji bo ANF’ê şîrove kirin. Hesen Ebdilezîm, destnîşan kir ku pêwîst e komên çete yên dikevin herêmên bi aram û Artêşa Suriya Azad ji hev bêne cudakirin û got; “Artêşa Azad li Şamê bi rejîma Bassê re şer dike, rejîm jî li Şamê ye ne li Serêkaniyê ye.”
Hesen Ebdilezîm, bal kişand ku ew wekî Hêza Veguhertina Demokratîk li dijî hemû rengên tundiyê ne û ev tişt anîn ziman: “Me di kongrya xwe ya di 17'ê Mijdara sala 2011’an de biryar girt ku em tundiyê,nîjadperestiyê û destwerdana derve napejirînin. Lê dîsa jî pêwîste ku gelê me cudahiya di navbera Artêşa Azad ku şerê rêîma Baas dike û komên çekdar ên dikevin herêmên bi aram de bibîne. Em wekî Kordînasyona Hêzên Veguhertina Demokratîk a Sûriyeyê ji komên çekdar re dibêjin ku rêjîma Bass li Şamê ye ne li Serêkaniyê ye.''
‘XEBATA YPG’Ê BINIRX E’
Ebdilezîm, li ser berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a li dijî komên çekdar ajî, anî ziman ku YPG’ê rola parastina aştiya herêmên kurdan girtiye ser mile xwe û wiha dom kir: “Her wiha bi hezaran welatiyên ji bajarên Sûriyeyê koçber bûne û berê xwe dane wan herêman jî diparêze. Dîsa nahêle ku komên biyanî aramiya herêmê ji holê rakin. Em xebata wan bi nirx dibînin. Em bi hêvî ne ku ev yek li tevahiya Sûriyeyê belav bibe û gel bi xwe karibe xwe biparêze.''
Ebdilezîm, da zanîn ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) jî, pêşengiya gelê Rojavayê Kurdistanê dike û hêzeke netewî ye. Hesen Ebdilezîm, bibîr xist ku PYD beşek ji Kordînasyona Hêzên Veguherîna Demuqratîk a Sûriyeyê ye û got; “PYD’ê di 30'ê Hezîrana 2011’an de di nava kordînasyona me de cihê xwe girtiye, lewre em piştgiriyê didin PYD’ê.”
‘DIVÊ EM LI SER BINGEHA JIYANA HEVBEŞ TÊBIKOŞIN’
Di dawiya axaftina xwe de Ebdilezîm bang li hemû partiyên kurd û bi taybetî bang li hêzên ereban kir da ku alîkariya hev bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ebdilezîm, axaftina xwe bi van gotinan bidawî kir: “Pêwîste hemû netew li ser bingeha jiyana hevbeş a dîrokî, erdnîgarî û çandî mil bidin hev. Em tev berpirsyarên parastina rûmet û serbixwebûna welatê xwe ne. Em ê bi yekîtiya netewî alîkariya hev bikin. Em ê bi yek destî li dijî êrîşên derve û hundir têbikoşin. Lewre divê pevçûnên li Serêkaniyê bêne rawestandin.”