Muslim: Dibe ku DYA û Rûsya ji Tirkiyeyê re bêjin 'ji Sûriyeyê derkeve'

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir, dibe ku Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser derxistina Tirkiyeyê ji Sûriyeyê li hev kiribin.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir, dibe ku Rûsya û DYA'yê li ser derxistina Tirkiyeyê ji Sûriyeyê li hev kiribin.

Muslim anî ziman, Rûsyayê ji bo têkoşîna li dijî komên çete li Efrînê baregehek ava kiriye û got, têkiliyên bi Moskowayê re mîna berê didomin.

Bi Hevserokê PYD'ê Salih Muslim re em li ser operasyona Reqayê, hevdîtinên bi DYA û Rûsyayê re, gefên Tirkiyeyê û rewşa li derdora Minbic û Efrînê axivîn.

Piştî Reqayê, wê li Sûriyeyê rewşeke çawa derkeve holê?

Derxistina DAIŞ'ê ji Reqayê ji du aliyan ve girîng e. Ya yekemîn; ji bo herêma me yanî ji bo ewlehiya gelên me yên li Rojava girîng e. Dijminê me wê ji me bê dûrxistin. Ji aliyê ewlekariyê ve wê dilê gelan rehet be. Şer wê ji sînorê me dûr bikeve. Girîngiya duyemîn jî wê ji bo gelê Reqayê bi xwe be. Gelê Reqayê wê ji van barbaran rizgar bibe û jiyana xwe bi xwe birêxistn bike. Sîstema me ya federal a demokratîk wê li qadeke berfirehtir belav bibe. Eger gelê Reqayê bixwaze wê tevlî vê sîstemê bibe. Em dibînin ku gelê li Reqayê û li bajarok û gundên derdora wê dijî, ev sîstmea federal pejirandiye û tevlî dibe.

Gelê Reqayê çiqasî dikare tevlî vê operasyonê bibe?

Ji sedî 75 ê şervanên niha li eniyê şer dikin û ji bo rizgarkirina Reqayê di çeperan de ne, ji gelê Reqayê û mirovên li wê herêmê pêk tên. Operasyon bi tevlîbûna hêzên herêmî tê meşandin.

Baş e, piştî rizgarkirina Reqayê wê rewş çi be? DAIŞ wê biqede?

Na, wê DAIŞ neqede. Lê belê rêbaza têkoşîna li dijî DAIŞ'ê wê biguhere. Wê derba mirinê lê ketibe û bikeve nava rewşeke cuda.

Çawa?

Niha li bajaran bi rengekî bicihbûyî û komî dimînin. Piştî Reqayê wê ji hev belav bibin û hê bêhtir li bejahiyê, bi komên biçûk bimînin. Ev têkoşîn dibe ku 2-3 salan bidome.

Yanî wê hê jî di rewşeke xetere de bimîne?

Belê, wê weke xetere bimîne lê ne tenê ji bo me. Ji bo nearamiya vê herêmê wê weke xetereiyekê bimîne. Ji ber ku hin rêxistinbûnên din hene ku xwedî mejiyê DAIŞ'ê ne. Mînak; Di nava komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike de, yên xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê ne, hene. Xwe dispêrin heman bingeha îdeolojîk. Ji ber vê yekê, rizgarkirina Reqa û DAIŞ'ê wê girîng be, lê neyê wê wateyê ku DAIŞ'ê biqede. Wê bibe sedem ku têkoşîn bi formateke cuda bidome.

Rizgarkirina Reqayê wê rê li ber çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê veke?

Na, na. Pirsgirêka Sûriyeyê wê dewam bike. Hê Îdlib heye. Em bêjin; DAIŞ ji Reqa û Dêra Zorê hat dexistin. Baş e herêmên din? Li herêmên herî berhemdar ên Sûriyeyê Nûsra heye, komên din hene. Ev hemû dûvikên El Qaîdeyê ne. Li Îdlib û herêma derdora wê, şer wê dijwar be. Erdnîgariya vê herêmê çiyayî ye û ev kom li van devearn bi cih bûne. Her wiha hê nêzî sînorê Tirkiyeyê ye. Cihên ku ev kom lê bi cih bûne çiyayî ne û heta Skenderûnê qadeke ku lê karibin tevbigerin, heye.

Operasyona Reqayê wê bandoreke çawa li têkiliyên we yên bi hêzên navneteweyî re bike?

Têkiliyên me yên bi hêzên navneteweyî re xwe dispêre ser berjewendiyan. Em ne hêzeke welê ne ku ji aliyê hêzên cuda ve hatiye avakirin. Em serbixwe ne û xwe dispêrin hêza xwe. Çawa ku DYA, Rûsya ji bo berjewendiyên xwe hatibin Rojhilata Navîn, weke gelê Kurd berjewendî û hedefên me jî hene. Têkiliya me ya bi van hêzan re di çarçoveya têkoşîna dijî terora DAIŞ'ê de ye. DAIŞ dijminê me ye jî, dijminê wan e jî. Têkiliyên me li ser vê bingehê afirîn û dewam dikin. Sozên ku me dane hev bi cih hatine anîn, ti pirsgirêkê rû nedaye. Lê em dixwazin van têkiliyên xwe siyasî bikin û bi pêş ve bibin. Texmîn dikim ku ev hêzên navborî jî dixwazin têkiliyên xwe xurtir bikin.

Li herêmê, ji her alî ve hêza herî bi bandor a li dijî terorê, em in. Em hêzek in û biryarên xwe bi xwe digirin. Ew bi xwe jî dibînin û dizanin, di têkoşîna dijî terorê de hêzeke ji me bi bandortir nîne. Êdî ew ê biryarê bidin ku ev têkilî heta kîjan astê bê pêşvebirin. Hevdîtinên navbera me dewam dikin.

Baş e, divê li ser kîjan bingeha siyasî li hev bê kirin?

Projeya me ya Sûriyeya Federal a Demokratîk heye. Projeya me ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê ye. Ew jî dibêjin, 'Em Sûriyeyeke demokratîk dixwazin'. Di gotinê de jî be dibêjin, ew parçebûna Sûriyeyê naxwazin. Ji xwe em jî parçebûna Sûriyeyê naxwazin. Em dixwazin weke parçeyekî Sûriyeyê bimînin. Di vî warî de em bi hêzên navneteweyî yê pêwendîdar re li ser heman bingehê ne. Lê belê di her şert û mercî de ji bo bicihhatina projeya xwe em ê bixebitin. Sibe dibe ku bi hêzên din re li hev nekirin û rewşeke cuda derket holê. Mesele ne tenê nexwestiname ya parçebûna Sûriyeyê ye. Dînamîkên cuda hene û dibe ku lihevkirinek dernekeve holê. Em ji vê rewşê re jî amade ne. Em dixwazin di nava her şert û mercî de têkiliyên me mayînde û xurt bin. Weke min got, ev têkiliyên me li ser bingeha berjewendiyên me ne û wê her tim jî bi vî rengî be.

Gelo nîşaneyek heye ku piştî Reqayê têkiliyên we wê bi formata siyasî bidome?

Belê heye. Lê belê peymaneke me ya bi nivîskî nîne. DYA û hêzên din xwedî armancên herêmî yên berfireh in. Mesele ne tenê Sûriye yan jî Kurdistan e. DYA-Rûya, NATO, têkiliyên bi Tirkiyeyê re, Ûkrayna û gelek pirsgirêkên mîna van hene. Ji bo wan rewş hê tevlîhev e. Dibe ku di dema pêş de ya bikevin nava dudiliya ya Tirkiye ya jî NATO. Ji ber ku NATO ji bo wan girîng e. Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re dibe ku têkiliya bi me re bibirin. Haya me ji vê jî heye. Lê ji niha ve em nizanin bê wê çi bikin. Lê em dixwazin têkiliyên xwe li ser berjewendiyên hev bidomînin. Lê em xizmetkarê kesî nînin, em nabin xizmetkarê kesî. Em li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û em ê her tim bi vî rengî tevbigerin. Em dixwazin têkiliyên xwe bi vî rengî bidomînin.

Li derora Minbicê çi diqewime? Li wê derê leşkerên Rûsya û DYA hene. Gelo bi Rûsyayê re peymanek hat çêkirin?

Belê, di navbera Rûsya û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de peymanek hat çêkirin. Mûxatabê vê peymanê, yekser rejîm nîne. Mûxatab Rûsya ye. Di encama vê peymana bi Rûsyayê re, leşkerên rejîmê li 6 gundan hatin bicihkirin.

Erdogan dibêje, 'em ê êrîş bikin'. Rûsya heye, DYA heye, gelo li wê derê pozîsyoneke çawa heye?

Li wê derê rejîm û Rûsya bi hev re tevdigerin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û leşkerên DYA jî bi hev re tevdigerin. Li wê derê têkilî di navbera DYA û Rûsyayê de heye. Kes dest nade kesî, xuya ye hev fêhm dikin! Ez bawerim li vê derê di navbera DYA û Rûsyayê de lihevkirinek heye.

Lihevkirineke çawa?

Bi dîtina min, li ser mijara hebûna Tirkiyeyê ya li wê derê, dibe ku DYA û Rûsyayê li hev kiribin. Dibe ku di dema pêş de Rûsya û DYA ji Tirkiyeyê re bêjin 'Ji Sûriyeyê derkeve, destê xwe ji vir bikişîne'. Bi dîtina min, her du hêz dibe ku li ber hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê rabin.

Kengî û çawa? Di rewşeke çawa de helwesteke bi vî rengî dikare li dijî Tirkiyeyê were nîşandan?

DYA jî, Rûsya jî dibînin bê Tirkiye niha li wê derê çi dike. Tirkiye li Şehbayê hêzeke dagirker e. Êrîşî gel dike. Polîtîkayeke êrîşkariyê dimeşîne. Dibe ku DYA û Rûsya ji Tirkiyeyê re bêjin, 'tu ji vir derkeve, bila gelê Sûriyeyê xwe bi xwe bi rê ve bibe'. Tirkiye di bin navê têkoşîna dijî DAIŞ'ê de hat wê derê, lê niha DAIŞ li wir nîne. Rejîma Sûriyeyê jî nîne. Wê çaxê Tirkiye li vê derê dagirker e. Yên ku divê vê derê bi rê ve bibin, dînamîkên ji Sûriyeyê ne, ne Tirkiye ye. Hebûna Tirkiyeyê ya niha li Sûriyeyê, li qada navneteweyî nayê qebûlkirin. Lewma pêkane ku Rûsya û DYA helwesteke bi vî rengî nîşan bidin.

Têkiliyên we yên bi Rûsyayê re çawa ne? Sererastbûna têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê bandoreke çawa li we kir?

Têkiliyên me mîna berê dewam dikin. Buroya me ya li Moskowayê karê xwe didomîne. Di têkiliyên me de guhertine çênebû. Nêzîkatiya Rûsyayê ya li me neguherî. Sozên me dane hev bicih hatine anîn.

Rûsya me nas dike, bi me dizane. Sîstema federal a ku em pêşniyar dikin jî dizane. Li ser vê projeya xwe em bi wan re jî axivîn. Li dijî me nînin, lê belê di navbera me de peymaneke nivîskî nîne. Rûsya dibêje; biryara li ser siberoja Sûriyeyê wê Sûriyeyî bidin, hûn ê vê biryarê bidin. Têkiliyên me li ser vê bingehê mîna berê dimeşin.

Hatibû eşkerekin ku Moskowayê di navbera we û Şamê de navbeynkarî kiriye?

Belê, di navbera me û rejîmê de navbeynkarî kir. Mesele ev e; meseleya me ne man an jî nemana rejîmê ye. Meseleya me, demokrasî ye. Eger demokratîkbûn pêk were û sîstema federal bi cih were anîn, ji xwe hingî ev rejîm namîne.

Hûn bi rejîma Şamê re li dora maseyekê rûniştin?

Na, me ji Rûsan re gotin, Rûsan jî ji wan re ragihandin. Rûsyayê navbeynkarî kir. Formata hevdîtinên li Hûmeymîmê bi vî rengî bû. Rûsyayê bi aliyan re bi rengekî cuda rûnişt û daxwaz ji mûxataban re ragihand. Lê belê, civînek bi beşdariya 19 rêxistinên Kurd hat kirin, ku TEV-DEM jî di nav de bû. Lê encamek jê derneket. Rejîma heyî hê negihîştiye zîhniyeteke ku me qebûl bike. Zîhniyeta xwe ya berê ye, hê xwe neguhertiye. Zîhniyeta wan hê mîna ya Tirkiye û Îranê ye. Hebûna Kurdan qebûl nakin. Nepêkane ku em bi vê rejîmê re, bi vê zîhniyetê re bijîn.

Li dora Efrînê çi diqewime? Ji aliyekî ve êrîşên Tirkiyeyê hene. Gelo li aliyê din jî bi Rûsyayê li hev hat kirin?

Êrîşên li dijî Efrînê qet kêm nebû. Êrîşa çeteyên ser bi Tirkiyeyê dewam dike. Şer jî qewimî, şehîdên me jî çêbûn. Ji sînorê Tirkiyeyê jî êrîş dewam dikin.

Rûsya bi kîjan armancê hat Efrînê?

Hin dibêjin 'Rûsya ji bo parastina Kurdan hatiye Efrînê'. Rewş ne bi vî rengî ye. Mesele cuda ye. Deriyê Sînor ê Cîlvegozê nêzî navçeya Cinderes a Efrînê ye. Ev derî û derdora wê, her wiha kampa Etme ay li heman herêmê, ji bo komên çete cihên çûn û hatinê ne. Kampa Etme navenda perwerdeyê ya El Nûsra ye. Li vê derê komên cuda hene, carna bi hev jî dikevin, teqîn çêbidin û ji hev dikujin. Ev der nêzî herêmên me ne. Rûsya dixwaze li dijî van koman têbikoşe, lê ji bo vê têkoşînê jî cihekî din ê ku ji aliyê cografîk ve karibe lê bi cih bibe, nîne. Nikarin ji Helebê yan jî ji aliyê başûr ve bên.

Rûsya di çarçoveya têkoşîna dijî terorîzmê de hatiye Efrînê. Ev kom êrîşî me jî dikin. Em jî dixwazin ev der ji van koman paqij bibe. Di çarçoveya vê peymanê de Rûsya hatiye vê derê.

Ji bo we, xeteriya herî mezin çi ye?

Ji bo me xeteriya herî mezin Tirkiye ye. Xeteriya tirsa Tirkiyeyê ya ji Kurdan e. Hikumeta Tirk gav bi gav bi tenê dibe û her ku bi tenê dibe, hê bêhtir êrîşkar dibe. Me weke dijmin dibîne. Me ev helwesta Tirkiyeyê ji hêzên navneteweyî re vegot. Têkiliya wan a bi DAIŞ'ê re jî tê zanîn. Tirkiye di bin navê 'têkoşîna dijî DAIŞ'ê de ji bo DAIŞ'ê rizgar bike dixwaze bê Reqayê. Her kes vê polîtîkaya wê dibîne û qebûl nake. Hemû tiştên ku em ji destpêkê ve der barê Tirkiyeyê de dibêjin, bi cih tên. Mûxatabên me hemû jî êdî bi vê rastiyê dizanin.