Mûrat Tomen li Swêdê jiyana xwe ji dest da

Mûrat Tomen ê di nav refên Tevgerê Azadiya Kurd de têkoşîna azadiyê li qadên cuda meşand û di wezîfeyên cuda de cih girt, 6’ê Cotmehê li bajarê Västerås ê Swêdê jiyana xwe ji dest da.

Mûrat Tomen ê di nav refên Tevgerê Azadiya Kurd de têkoşîna azadiyê li qadên cuda meşand û di wezîfeyên cuda de cih girt, 6’ê Cotmehê li bajarê Västerås ê Swêdê jiyana xwe ji dest da.

Tomen demek dirêj li Swêdê bû, berî niha sal û nîvekê hatibû diyarkirin ku bi pençeşêrê ye.

Mûrat Tomen sala 1971’an li Wêranşarê ji dayik bibû, 8’ê Cotmehê roja Pêncşemê, wê malbat û Kurdistanî li Goristana Hovdestalûnd a bajarê Västerås, Tomen bispêrin axê.