MUB: Berxwedana Kobanê rûmeta hevpar a gelan e

MUB: Berxwedana Kobanê rûmeta hevpar a gelan e

Desteya Serokatiya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) ku têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê daxuyaniyek çapemeniyê da, diyar kir DAIŞ dijminê hemû gelan, bawerî û hemû însaniyetê ye,heya neyê tunekirin wê însaniyetî huzûrê nebîne û bang li hemû hêzên demokratîk kir da ku ji bo Kobanê ya weke “rûmeta hevpar a gelan” binav kirine destek bikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin çeteyên DAIŞ ên ji keriyên qatilên ji her cihê dinyayê hatine komkirin bi hefteyane êrîşî Kobanê dikin û wiha got: “Li Kobanê li ser navê hemû bindest û însaniyetê berxwedanek bi heybet hat nîşandan, dîrokeke nû dinivîse. Gelê welatparêz, YPG û YPJ ku li hemberî teknolojiya nû û çekên giran bi çekên biçûk berxwedanek bêhempa dimeşînin, destanan dinivîsin.”

MUB diyar kir ji bo jiholêrakirina tehdîta komkujî û qirkirina li ser gelan  girêdayî desteka ku Serokkomarê Tirkiyeyê û hikûmeta wê bi her cureyî dide DAIŞ e û bal kişand ser bikaranîna çeteyên DAIŞ ji bo li Rojhilata Navîn desthilatdariya xwe li ser Tirk, Ereb, îdeolojiya Îslamiyetê ya Sûnnî çêbike weke amûrekî bi kar tîne.

MUB bang li DYA, Rûsya, YE û raya giştî ya navneteweyî kir da ku pêşî li qirkirina li hember Kobanê bigirin.