MŞD û PHKÊ komkujiya Şengalê şermezar kirin

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê û Platforma Hunermendên Kurd ên Êzidî, ji ber salvegera duyemîn a komkujiya Şengalê daxuyanî dan û komkujî şermerzar kirin.

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) û Platforma Hunermendên Kurd ên Êzidî (PHKÊ), ji ber salvegera duyemîn a komkujiya Şengalê daxuyanî dan û komkujî şermerzar kirin.

Di daxuyaniya MŞD'ê de hat ragihandin, ku ji ber PDK'ê Şengal teslîmî DAIŞ'ê kir, bi hezaran mirovên ji wan hatin qetilkirin, revandin û bi sed hezaran koçber bûn û hat gotin, "Em hebûn, em hene, em ê her hebin. Ji ber ku em li ser felsefeya Birêz Abdullah Ocalan hatine birêxistin. Em ji xewa giran şiyar bûne."

MŞD'ê da xuyakirin, ku wê hesab ji berpirsyarên vê qirkirinê were pirsîn û di salvegera duyemîn de hemû hêzên qirêj û welatên rê li ber vê qirkirinê vekirine, bi tundî şermezar kir.

Platforma Hunermendên Kurd ên Êzidî jî diyar kir, ku di fermana 73'an de gelê Kurd bi taybetî jî civaka Êzidî bû şahidê xiyanet, teslîmiyet û namerdiyê û got, "Lê li aliyê din ji civaka Êzidî û dinya bûn şahidê mêrxasî, Egîdî û berxwedana bi heybet ya gerîlayên Kurdistanê."

Platformê da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê û xiyanetkaran xwestin civaka Êzidî biqedînin, lê belê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê civaka Êzidî kir xwedî artêş û sazî.

Di daxuyaniyê de hemû mirovên di fermana 73'an de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û bang li civaka Êzidî hat kirin, ku êdî alên YBŞ û YJŞ'ê li hemû mal, komele û li her qadê bilind bikin.