MȘD: Îro bi hezaran Egîd li Şengalê ne

Rêveberiya Meclîsa Șengal a Dîasporayê bi boneya Hefteya Qehremantiyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Rêveberiya Meclîsa Șengal a Dîasporayê bi boneya Hefteya Qehremantiyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de diyar kir ku Fermandar Egîd dîroka berxwedanê nivîsandiye. 

MŞD’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser berxwedana Zindana Amedê jî û destnîşan kir ku ev serkeftina li Zindana Amedê bersivadayina teslîmbûyin û xiyanetê bû.

Rêveberiya Meclîsa Şengal a Dîasporayê herî dawî di kesayeta Mahsûm Korkmaz (Egîd) de hemû cangoriyên Êzîdxan û tevahî Kurdistanê bi bîr anî, got: “Îro Egîdek çû, niha bi hezaran Egîd li Şengalê, li Kobanê, li her derê Kurdistanê ala şehîdan bilind dikin.”