MŞD: Em salvegera Rizgarkirina Şengalê û Pêngava Tolhildanê ya YBŞ/YJŞ’ê silav dikin

Meclîsa Şengal Derveyî Welat (MŞD) salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir û pêngava azadkirina gundên herema Şengalê ya ji hêla YJŞ û YBŞ’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê pêk tê silav kir.

Meclîsa Şengal Derveyî Welat (MŞD) bi boneya Salvegera Rizgarkirina Şengalê û Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî ya ku ji hêla hêzên xweparastina Şengalê YJŞ û YBŞ’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê tê lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku civaka Êzidî eger di dîrokê de ewqasî hatibe qirkirin, talankirin, bi zorê ola wê hatibe guhertin, êş, birîn û xemên giran dîtibe, ev ji ber bûne qurbaniyên hez û hikûmdarên ku baweriya xwe pê anîne.

Di berdewama daxuyaniya MSD’ê de hat bibîrxistin ku niha li çiyaye Şengalê, civaka Êzidî baweriya xwe diparêze, bûye xwedî îrade,  hejmara hêzên xweparastinê ku bi dehan dest pê kir îro bû bi hezaran keç û xorten Ezidî û wiha dom kir; “Ev bawerî, ev îrade, ev hebûn bi felsefeyekê çêbû. Ev felsefe ye ku her dem civaka Êzidî parast û xeteriya li ser Şengalê anî ziman. Ev felsefe û îdeolojî ya Rêber Apo ye. Em wek civaka Êzidî, pewîst e xwedî li vê felsefeyê derkevin. Bila dagirker û hevalbendên wan baş zanibin, êdî li Şengalê dîrokek nû dest pê kir. Ji bo civaka Êzidî dîrokek nû dest pê kiriye. Bila ti kes xewnan nebîne û nebêje ku ‘ez ê carek din fermanê rakim’ an jî ‘ez ê deskeftiyên Êzidiyan ji dest wan bigrim.’”

MSD’ê di dawiya daxuyaniyê de  Salvegera Rizgarkirina Şengalê û Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî ya ku ji hêla hêzên xweparastina Şengalê YJŞ û YBŞ’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê tê lidarxistin  silav û pîroz kir û bang li civaka Êzidî kir ku li erkên xwe, Berxwedana Şengale, Hêzen xwe YJŞ/YBŞ  û li her çar parçeyên Kurdistanê xwedî derkevin.