Serokê Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê (MPKE) Jean Claude Mignon komkujiya li Parîsê pêk hat şermezar kir û piştgirî da hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatine destpêkirin
Serokê MPKE’yê yê Frensî Jean Claude Mignon di Lijneya Giştî de axivî û her sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û diyar kir ku ev komkujî nayê qebûlkirin.
Serokê MPKE’yê bang li hukûmeta Tirk kir û got: “Em hevdîtina ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi Birêz Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin girîng dibînin û ji bo pêşketina Tirkieyê em dixwazin ku ev hevdîtin berdewam bikin.”
Mignon helwesta buroya lijneya îcrayê ya MPKE’yê bi vî awayî rave kir: “Divê êdî Tirkiye li herêmê di vê mijarê de vê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê hemleyek girîng bike û xwe pêş bixe.”