MOVADEF: Em komkujiyê şermezar dikin

MOVADEF: Em komkujiyê şermezar dikin

Tevgera Mafên Bingehîn û ya Efûyê ya li Perûyê (MOVADEF) komkujiya 9’ê Çileyê ya li Parîsê şermezar kir.

9’ê Çileyê li Parîsê qetilkirina ji sazûmankarên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez yên li Buroya Enformasyona Kurdan, Tevgera Mafên Bingehîn û Efûyê ya Perûyê (MOVADEF) şermezar kir.

MOVADEF bi nemerdî qetilkirina sê aktîvîstên jin yên Kurd şermezar kir û got; “Bi vê cînayetê xwestin daxwaza çareseriya siyasî ya gelê Kurd asteng û xûmanî bikin, li hember vê komkujiyê ji kûrahî xemgîniya xwe tînin ziman.”

MOVADEF da diyarkirin ku, ew piştgiriyê didin tekoşîna gelê Kurd ya standina mafên xwe yên bingehîn, weke gel mafê wan bêdayîn û her wiha piştgiriyê didin daxwazên siyasî yên ji dewleta Tirk têne xwestin. MOVADEF’ê aşkera kir ku, “ Di vê çarçoveyê de pêwîste tecrîda li ser Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê ku 14 sale di bin tecrîtê de ye, dawî lê were.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di vê pêvajoyê de birayên me yên Kurd yên êş û windahiyan dikêşîn têdigehîn û em soz didin ku, dê ji bo mafên çîn û cîhanê di tekoşîna xwe de israr bikin.”