Mor hat rakirin, perwerdeyê destpê kir

Mor hat rakirin, perwerdeyê destpê kir

Gelê Amedê, mora dozgeriyê ya li Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger da rakir û ji nû ve dest bi perwerdeya bi zimanê Kurdî kir.

Li navçeya Amed Rezanê, Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a duh bi biryara dozgeriyê ji aliyê polîsan ve hat morkirin, îro ji aliyê gel ve ji nû ve hat vekirin.

Bi sedan kesên danê sibê li ber dibistanê civiyan, mor rakirin û ketin hundirê dibistanê.

Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut li vir daxuyaniyek da û got, "Em mora we nas nakin. Zimanê dayikê mafê me ye. Me ev maf bi berxwedanê qezenç kirin. Em ê bi berxwedanê dibistanên xwe ava bikin."

Di merasîma rakirina morê û ji nû ve dayîna perwerdeyê de, tevî rêveberên DBP'ê, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, Hevşaredarên Navçeyên Amedê, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP'ê Fethiye Ok û rêveberên Rêxistina ESP'ê ya Amedê jî amade bûn.

Piştî ku mor ji derî hat rakirin, xwendekarên li hewşa dibistanê bi zimanê dayikê perwerde didîtin, ketin hundirê avahiyê û dersên xwe dewam kirin.