MOP: PKK'ê dîroka tarî guherand
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir.
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir.
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Bi navê gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî em salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê pîroz dikin, gelê Kurd ê fedakar silav dikin û di şexsê kadroyê lîder ê enternasyonalîst Hakî Karer de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin."
'MEJIYÊ MÊTINGERIYÊ PARÇE KIR'
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dîroka tarî bi avabûna PKK'ê re êdî guherî û hate gotin, "Pêşketinên erênî ku PKK'ê li her qada jiyanê ya gelê Kurd afirand, bûn sedem ku gelên din pê bawer bin û di serdema heyî de bûye stêrka azadiyê. Bi taybetî, zîhniyeta civaka demokratîk ku li dijî kapîtalîzm, feodalîzm, Îslama siyasî, şovenîm, neteweperestî û mezhebperestiyê weke alternatîf afirand, mejiyê sîstema mêtinger parçe kir. Ji bo jiyana bi hev re, wekhev, azad û demokartîk a civakan, perspektîf pêşkêş kir."
'BIRYARA DYA'YÊ LI DIJÎ AZADIYA GELAN E'
MOP'ê diyar kir, gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî jî sûd ji PKK'ê wergirtiye û got, "Biryara ku DYA'yê li dijî kadroyên pêşeng ên PKK'ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan wergirtiye, biryareke li dijî îradeya azadiyê ya gelan e."