MOP: PKK bû meşaleya azadî û wekheviyê ya gelan
MOP (Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê) sala 40’emîn a PKK’ê pîroz kir
MOP (Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê) sala 40’emîn a PKK’ê pîroz kir
MOP (Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê) bi wesîleya salvegera avabûna PKK’ê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.
MOP’ê PKK, gerîla û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û Delal Amed, Azê Malazgîrt û hevalên wan bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“PKK’ê îradeya xweser a gelê Kurd ava kir, baweriya di navbera gelan de ava kir û jin ji bin mêtingeriyê derxist û ber bi hêviya azadiyê ve bir. PKK’ê perspektîfa xwe ya azadî, wekhevî û demokrasiyê diyarî gelên Mezopotamyayê kir.
‘JI XEYNÎ PKK’Ê TU KES ÇARESERIYAN PÊŞKÊŞ NAKE’
Îro dema em li Rojhilata Navîn dinihêrin ji xeynî PKK’ê tu kes rêya çareseriya demokratîk pêşkêş nake. Pergala Gelan a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê mînaka vî tiştî ya herî zelal e. Di vê pergalê de Kurd, Êzidî, Ermen, Ereb, Çeçen, Asûr/Siryan/Keldan xwe bi awayekî azad îfade dikin. Ji ber vê jî PKK bûye meşaleya demokrasî û wekheviyê ya gelan.
Em careke din sala 40’emîn a PKK’ê pîroz dikin û em diyar dikin ku ji bo dahatûya azad a gelên me, em li her qadê bi hev re ne.”