MOP: Gelên me wê faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin

MOP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî got dewleta Tirk li ber gelên herêmê tehdît e û got, ''Gelên me ji bo nirxên birûmet wê faşîzma dewleta Tirk têk bibin''.

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) têkilî haziriya dagirkeriya Tirk a li ser Rojava daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Dewleta Tirk a nîjatperest ji bo hebûna gelên herêmê tim bûye taloke û niha jî taloke ye. Ev hişmendiya qirker, bêrûmet bi ramanên demokratîk jiyaneke birûmet ji bo dîn, bawerî, mezhep, çand û zimanên cuda naxwaze.''

MOP'ê her wiha got, ''Gelên me di ber nirxên xwe yên birûmet de, li ser perspektîfa demokratîk li her qadê wê li dijî zilmê li ber xwe bide, faşîzma dewleta Tirk têk bibe.''

MOP'ê bang kir ku li dijî dagirkeriyê her kes rabe ser piyan.