MOP'ê qurbaniyên komkujiya 1915’an bi bîr anî
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP), qurbaniyên di komkujiya li ser gelên Asûrî/Suryanî/Keldanî, Ermenî û Pontûs de jiyana xwe jidest dayî, bi bîr anî.
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP), qurbaniyên di komkujiya li ser gelên Asûrî/Suryanî/Keldanî, Ermenî û Pontûs de jiyana xwe jidest dayî, bi bîr anî.
MOP’ê bi daxuyaniya nivîskî bal kişand ser komkujiyê û di kesaytetiya Patrîk Mar Şemûn Bînyamîn, Aşûr Yousef, Îsa Zette Çelme, Gelle Hirmiz, Hanne Sefer, Melke Haydo û jinên berxwedêr de hemû şehîdên Seyfo/Qirkirinê bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em berpirsyarên Seyfo/Qirkirina 1915’an Împaratoriya Osmanî, Îttîhat Terakî, hevkarên wan ên herêmî û dewleta Tirk a nijadperest, şovenîst, faşîst û qirker lanet dikin.
Dewleta Tirk a faşîst ku kevneşopiya hişmendiya kirêt a Îttîhat Terakî didomîne, heta niha rûberbûna vê pirsgirêkê li aliyekê, hê jî vê bêrûmetiya xwe ya kirî înkar dike.
Dewleta Tirk ji bo ku di rewşeke neheq de ye, ji rûberbûna Seyfo/komkujiya 1915’an û pirsgirêkên din direve, lê belê wê ev rev dawiya wê bîne.”
MOP’ê diyar kir ku dewleta Tirk û nijadperestiya Tirk ji bo mirovahiyê metirsî ye û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî; “Banba me li dewleta qirker a Tirk ev e: Dilpakî ye ku mirov bi rastiyan re rûber be, di şaşiyan de israrkirin jî bêrûmetî ye!”