MOP’ê: Pêkanînên qirkirinê di dewrê de ne
MOP’ê derbarê desteserkirina şaredariyan de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku qeyûm encama polîtîkayên mêtingeriyê ne.
MOP’ê derbarê desteserkirina şaredariyan de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku qeyûm encama polîtîkayên mêtingeriyê ne.
Partiya Azadiya Mezopotamyayê (MOP), derbarê desteserkirina şaredariyan û tayînkirina qeyûman de daxuyaniyeke nivîskî weşand. MOP’ê, destnîşan kir ku desteserkirina şaredariyên ku tevî pêkanînên antî demokratîk ên di pêvajoya hilbijartinê de hatine bi dest xistin, pêkanîneke mêtînger û faşîst e.
‘PÊKANÎNÊN QIRKIRINÊ DI DEWRÊ DE NE’
MOP’ê, bibîr xist ku pêkanîna qeyûm ê ji sala 2015'an û vir ve bûye polîtîkayeke dewletê û hate gotin, "Dewleta Tirk û hikûmetên wê polîtîkayek bêexlaq, hîle û derew ku mînakên wê li cîhanê nîne pêk tînin û vê polîtîkayê veguherandine rêbazeke jiyanê. Ti sîstemek li hemberî civakên di welatê xwe de dijîn, nêzîkatiyeke bi vî rengî ya tinekirinê dimeşîne, nîne." Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a ku Îsraîlê rexne dike, pêkanînên qirkirinê li dijî Kurdan û gelên din ên li Tirkiyeyê dijîn kiriye dewrê.
‘DURÛTIYEKE BI VÎ RENGÎ MÎNAKA WÊ NÎNE’
Di daxuyaniyê de hevdîtina Rêber Apo û biraziyê wî Omer Ocalan hat bibîr xistin û ev tişt hate gotin, “Li aliyekî bi Birêz Ocalan re behsa pêvajoyek nû tê kirin, li aliyê din jî li dijî rêveberên DEM Partiyê lêpirsîn dane destpêkirin, girtin û desteserkirina şaredariyên wê ku demokrasiyê diparêz, tê çi wateyê? Durûtiyeke bi vî rengî mînaka wê nîne.”
‘EM XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE YA DEMOKRATÎK DERKEVIN’
MOP’ê, di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li dijî van polîtîkayan helwesta xwe raber bike û her wiha bang li gelên Mezopotamyayê kir ku xwedî li îradeya xwe ya demokratîk derkeve.
Di dawiyê de ev tişt hat gotin, “Em diyar dikin ku em jî parçeyek ji vê têkoşînê ne û em piştgiriya berxwedana wan a demokratîk a mafdar dikin. Divê di zûtirîn demê de tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û pêvajoya diyalogê ya ku xizmeta berjewendiya gelan bike bê destpêkirin.”